Li Êlihê ‘întîxar’ derketiye asta herî jor

ÊLIH – Li Êlihê di 4 salên dawî de 238 hewldanên întîxarê pêk hatin û sedema vê yekê tê veşartin. Di mehên dawî de jî li nexweşxaneyek taybet ducaniya kesên zarok û bûyerên întîxarê jî zêde dibin.

Li Êlihê di salên dawî de ducaniya zarokan, întîxar û kişandina tiryakê zêde bûye. Sedemên van bûyerên zêde dibin ji civakê re nayê aşkerekirin û tê veşartin. Ji bo zarokan tedbîr jî nayên girtin. Di nav 9 mehên dawî de li Nexweşxaneya Taybet a Dunya ya Êlihê du zarokên keçik ên temênê wan 17-18 de diguhere li ser gumana ducaniyê anîne nexweşxaneyê. Derket holê ku 6 zarokên din jî di heman temenê de bi îdiaya “hewldana întîxarê” anîne nexweşxaneyê.

Xebatkarek nexweşxaneyê nexwest navê xwe bide li gorî agahiyên bi me re parve kir 5 ciwanên tiryakê dikişînin di navbera xwe de pevçûn derdikeve û bi birîndarî wan radikin nexweşxaneyê. Xebatkar got ku zarokên keçik ên bi gumana ducaniyê radikin nexweşxaneyê zarok ji ber wan diçe. Xebatkar da zanîn ku di demên dawî de gelek zarok û ciwanên bi çekan birîndar dibin tînin radikin nexweşxaneyê.

‘ZEWACA BI DARÊ ZORÊ Û TUNDÎ LI WAN TÊ KIRIN’

Xebatkarek nexweşxaneyê diyar kir ku bûyerên bi vî rengî li ser hev tên beşa Lezgîn û got: “Di demên dawî de bi îdiaya ‘hewldana întîxarê’ gelek zarok û ciwan radikin nexweşxaneyê. Ev zarok û ciwanên bi zorê didin zewicandin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Dibêjin ku ev hewldanên întîxarê ji ber vê yekê ye.”

BI PIRANÎ ZAROK Û CIWANIN

Kesên radikin nexweşxaneyê temenê wan di navbera 17-23’an de diguhere û yên bi gumana întîxarê radikin nexweşxaneyê yên temen herî biçûk 10 salî ye. Di bûyera dawî ya “hewldana întîxarê” de zarokek keçik a 15 salî rakirine nexweşxaneyê û zarok ji ber bûyera di serê wê re derbas bûye bêdeng bûye û ferdên malbatê ji ber vê yekê bifikar bûye.

SER BÛYERAN TÊ GIRTIN GELO?

Zarokên ev bûyer bi serê wan re derbas dibe bêyî ku destekên mîna derûniyê bigirin ji nexweşxaneyan vediqetin û têkildarî rewşa wan tu agahî nayên bidestxistin. Tê îdiakirin ku malbat û rayedarên nexweşxaneyan li ser van bûyeran zêde nasekinin û ser bûyeran digirin. Li gorî xebatkarek nexweşxaneyê agahiyek din jî parve kir hejmara van bûyeran li Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan û Nexweşxaneya Dewletê ya Herêma Êlihê zêdetir tê dîtin.

DI 4 SALAN DE 238 HEWLDANÊN ÎNTÎXARÊ

Li gorî daneyên Şaxa SES’ê ya Êlihê li Êlihê ji 2014’an heta 2017’an di 4 salan de gelek bûyerên întîxarê qewimîne. Di 4 salan de 238 kes di serî de pirsgirêkên derûnî, tundiya di nav malê de rû bi rû mayîn û sedemên mîna bêkariyê bûyerên întîxarê pêk tên û ji van 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Ji 238 kesan 177 kes jin in û 46 kesên din jî zilam in. 65 kesên hewldana întîxar bikin zewicî bûne, 126 ji wan ezeb, 11 nexwendin û nivîsa wan tune û rewşa perwerdehiya 28 kesan jî nayê zanîn. Yên hewldana van bûyeran dikin li gorî dabeşkirina pîşeyan 79 jin kedkarên malê ne, hemşîreyek, 56 kes bêkar, 46 xwendekar, yek xebatkarê paqjiyê, yek garson, yek ajokarê taksiyê, yek rojnamgere, yek mamosteye, 4 karkerin û rewşa pîşeya 32 kesan jî nayê zanîn.

Herî zêde sedemên hewldanên întîxarê wek sedemên “nayên zanîn” derbasî qeydan kirin û hejmara kesên “nayên zanîn” tenê 100 kes cih digire.

Sonya Bayik - dihaber