2 leşker di teqîna li Êlihê de mirin

ÊLIH - Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê dema wesayita zirxî derbas dibû teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin dema wesayita zirxî ji mewkiya Kelhasan a navçeya Qabilcewzê derbas dibû, teqîn pêk hat. Hate diyar kirin ku di teqînê de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.