Bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê dan

ANTALYA – HDP’a Antalyayê bertek nîşanî binçavkirinên hevserok û 37 endamên partiyê da.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Antalyayê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li darxist û operasyonên li dijî endamên partiya xwe şermezar kir. Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Nîgar Duru di civînê de axivî û diyar kir ku di operasyona duh de hevserokên HDP’a Antalyayê Îhsan Nergîs û Songul Şarkli, bi du parêzeran re 37 kes hatin binçavkirin. Duru da zanîn ku di operasyonên li ser avahiyên navçe û bajêr de, polîsan dest danîn ser posterên hevserokên Giştî yên HDP’ê û wiha got: “Dê têkoşîna hevpar, sazîbûyîna faşîzmên êrîşkar têk bibe.”

Duru dest nîşan kir ku ev binçavkirin bi armanca têkbirina HDP’ê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta AKP’ê hiqûq, dadgeha bilind û hemû saziyên heyî kiriye amûrê polîtîkayên xwe. Em carek din tînin bira wan, nobeta me ya edalet û wijdanê dê ji bo edaleta civakî bidom e û dê tu operasyon nekarin vê têkoşîn û berxwedana me asteng bikin. Em bang li hemû hêzên demokratîk û kesên xwedî wijdan dikin ku bi armanca têkbirina sazîbûyana faşîzmê, li ber xwe bidin û têbikoşin.”