STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stembolê ji bo girtiyên nexweş bê berdan çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê di hefteya 281’an de berdewam kirin. Di çalakiyê de xwestin Dayika Aştiyê Meryem Soylu bê berdan.
Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 281'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de dowîz û pankartên “Tecrid dikuje, bila girtîgehên tîpên F bên girtin", “Bila girtiyên nexweş bên berdan." "Rûniştin F di hefteya 281'an de ye, Bila Meryem Soylu bê berdan" rakirin û wêneyên girtiyên nexweş bilind kirin. Komê b3e navber siloganên "Tecrid dikuje, piştevanî dide jiyandin" "Dermankirin maf e nayê astengkirin" û "Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" berz kirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya Dayika Aştiyê Meryem Soylu û xwestin bê berdan. Keça Meryem Soylu Emine Kaya, anî ziman ku 2 sal berê çû hevditina dayika xwe û êdî ji ber êşên dayika xwe ew nas nekir û wiha got: "Dayika min tiştek nekir û hat girtin. Tenê nasnameya xwe xwest. Ez dixwazin hemû girtî bênberdan.
'DEWLET ÎŞKENCEYA BI RÊK Û PÊK DIKE'
Parazvanê mafên mirovan Taylan Bekin daxuyanî xwend û bal kişand ser binçavkirina parazvanên mafên mirovan a li Beşîktaşê. Bekin, da zanîn ku Hevseroka komeleya wan Gulseren Yolerî û rêveberê wan Dogan Ozkan jî di navde 42 kes hatin binçavkirin û hatin berdan û wiha got: "Di bin çavan de îşkenceya derûnî û fîzîkî hat peşandin. Dewlet işkenceyek bi rêk û pêk dike. Dixwazin hemû sazî û rêxistinan bihiline. Lê tevî her tiştî em dê her dem li qadan bin û rûmeta mirovan biparêzin."
Bekin, anî ziman ku dewlet pir aşkere destpotî û bê hiqûqiya xwe li ser wan ferz dike û wiha berdewam kir: "Niha hikûmet dixwaze cilên yek rengî li girtiyan bike. Di salen 80’an de xwest vê polîtîkayê têxe meriyetê. Dixwaze bi van cilan mîna mirovan bişkîne. Piştî OHAL'ê serlêdanên şaxa me pir zêde bû.
‘2 SALIN DI YEK HUCREYÊ DE TÊ GIRTIN'
Bekîn, anî ziman ku Dayika Aştiye Meryem Soylu ya di sala 2011'an de li Navçeya Bismilê hat girtin, rastî 12 sal cezayê girtinê hatiye û wiha berdewam kir: "Dayika Aştiyê Soylu 58 salî ye. Di sala 2011'an bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û girtin. Ewil şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştre şandin Tîpa M a Êlihê, ji wir şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Herî dawî jî şandin Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê. Soylu di şert û mercên giran ên girtîgehê de tê girtin. Ji ber van şertên girtîgehe nexweşî li ser nexweşiya wê zêde bû. Niha nexweşiyên dil, tansiyon, mahden, bronşit pêre çêbûne. 2 salan bi serê xwe di hucreya yek kesî de ya Sincanê de hat girtin. Di tecrîda giran de hat girtin. Tevî ku gelek caran rakirin nexweşxaneyê malbata wê agahdar nekirine. Di sala 2015’an de ji ziravê xwe de emeliyat bû. Piştî emeliyatê di jêrzemîna nexweşxaneyê ku ruyê tavê nabîne de hat girtin. Ji ber xwarinên nebaş tenduristiya Soylu bêtir xera bû. Ji ber nexweşiyê û şertên giran gelek kîlo winda kiriye. Êdî bersîvê nade tedawiyan û her ku diçe rewşa wê girantir dibe. Malbat bi fikar e ku tedawiyek baş û teşhîsek baş naye kirin. Bawer nakin ku dayika wan sax ji girtîgehê derkeve."
Bekîn, herî dawî xwest demek berî demekê Meryem Soylu bê berdan. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.