Hanîfiyê 25 salin girtî ye, di sewqa 4 rojan de rastî tundiye hat

ÎZMÎR - Hanifî Eser yê 25 salin girtî ye, di mehekê de 2 caran hat sewqkirin û di sewqkirinê de rastî tundî û îşkenceyê hat. Dayika Hanifî Eser Ziynet Eser, diyar kir ku dema rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balskesirê di nava ava kanalizasyonê de razandine û li girtîgehê rastî îşkenceyê hatiye."

Hanîfî Eser ê 25 salin girtî ye di mehekê de 2 caran hat sirgûnkirin. Eser dema hat sirgûnkirin rasti tundî û îşkenceyê hat. 2 meh berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Amasya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê kirin. Eser, piştî hefteyek şûnde sewqî Girtîgeha Kepsût a Balikesirê kirin. Di rêwitiya 4 rojan de rastî tundî û lêdanê hat. Ji ber ku xwarin û av nedan Eser kezeba wî zuha bû.

'BI ZANEBÛN SEWQÎ MIRINÊ DIKIN'

Eser 20 roj berê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesirê û li wir emeliyat kirin. Piştî emeliyatê Eser li jêrzemîna nexweşxaneye di nava ava kanalîsazyonê de dan razandin. Dayika Hanifî Eser Ziynet Eser, diyar kir ku 4 rojan av û nan nedane krê wê û nebirine tuwaletê jî û wiha got: "Dermanê wî nedan wî. 12 roj şûnde bêyî rehet bike, dîsa şandin Girtîgeha Kepsutê ya Eskîşehîrê. Bi zanebûn kurê min terkî mirinê dikin. Ji bo kurê min di girtîgehê de bimire çi ji destê wan tê dikin. Lê kurê min di ber xwe da. Niha li nexweşxaneyê xwarin û derman nadin wî. Dixwazin kurê min bikijin. Li Tirkiye girtiyên siyasî rastî neheqiyê tên. Zextên li ser girtiyan gelek zêde bûne. Niha telefon jî li kurê min qedexe kirine. Dixwazin mirovan li girtîgehê bi tenê bihêlin. Lê em wan tenê nahêlin. Çi bibe bila bibe em dê li cem wan bin. Em dibêjin êdî bes e."