Li Dîlokê gelek kes hatin binçavkirin

DÎLOK - Li navçeya Şahînbey a Dîlokê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya navendî Şahînbey a Dîlokê polîsan bi ser gelek malan de girt. Hat zanîn ku nêzî 200 polîs beşdarî operasyona serdegirtina malan bûne û di serdegirtinan de 11 kes hatine binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin tenê navê Savaş Yaman û Serhat Soldu hatin hînbûn.

Kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Dîlokê.