Ji bo bişavtinê hevkariya AKP, TUGVA û Huda-Parê

MÊRDÎN/ŞIRNEX - Piştî qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn û Şirnexê hatin kirin, saziyên çand û ziman dewrî kesên nêzî AKP, TUGVA û Huda-Parê hatin kirin. Bi vê yekê re der barê kurdan de çi hebe ji holê tên rakirin.

Li Mêrdîn û Şirnexê, piştî qedexeyên derketina kolanan bênavber polîtîkayên bişavtinê tên sepandin û ev yek her diçe zêdetir dibe. Piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, li bajêr û navçeyên wan saziyên çand û zimanê kurdî hatin girtin û li şûna wan di bin navên cuda de saziyên cuda hatin vekirin û li van saziyan dersên tirkî û erebî û qursên Qur'an û nimêjê tên dayîn.

QEYÛM WAN FÎNANSE DIKIN

Pêşengiya van saziyên ku hewl didin zarokên kurdan asîmle bikin miftîtî, serokên baskên jinan ên AKP'ê, Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGAV) û serokatiyên Huda-Par ên navçe û bajaran dikin. Li van saziyan kesên ku ji derve anîne perwerdehiyê didin û her wiha qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin van saziyan fînanse dikin.

DER BARÊ KURDAN DE ÇI HEBE HEMÛ RAKIRIN!

Piştî tayînkirinên qeyûman hemû sazî û dezgehên aîdî çand û zimanê kurdî ji holê hatin rakirin. Qeyûm, kreşa ku li navenda Şirnexê bi kurdî xebatên xwe bi rê ve dibirin, Kreşa Zarokan a Nûbihara Biçûkan a Cizîrê, Dibistana Seretayî ya Bêrîvan û saziyên çandê yên Silopiyayê hemû veguherandin navendên asîmlasiyonê. Ev navend dewrî TUGVA û baskên jinan ên AKP'ê hatin kirin û hemû motîfên çanda kurdî û wêneyên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapêtê Xaço, Eyşe Şan û Meryem Xanê hatin rakirin.

Li Mêrdînê jî heman tişt li ber çavan dikevin. Berê di bin banê şaredariya bajarê mezin de li kreşê bi 4 zimanan perwerdehî dihat dayîn lê belê piştî tayînkirina qeyûm dawî li perwerdehiya suryanî û kurdî hat. Her wiha bi sponsoriya şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dehan zarokên kurd dişînin geştan û kesên nêzî TUGVA û Huda-Parê datînin ser sazî û dezgehên çand û perwerdehiyê.

Her wiha di demên dawî de Komeleya Dostanî, Perwerdehî, Piştevanî û Alîkariyê (Dost-Der) û Platforma Nifşên Qur'anê ji bo zarokan bernameyên "Jiyan bi nimêjê xweş e" li dar dixin. Lê belê kesên mensûbê van sazî û dezgehan in tim bi qeyûm re pozan didin.