STENBOL - Televîzyonên ku bi KHK'yan hatin girtin nikarin serî li komîsyona OHAL'ê bidin. Rêveberên Hayatin Sesi û TV10'ê ev yek rexne kirin û destnîşan kirin ku ev sepandin du standardî ye. Derhênerê Weşana Giştî yê TV10'ê Turabi Kişin, diyar kir ji bo rê li ber pêvajoya DMME'yê bê girtin, serîlêdanên ji bo komîsyona OHAL'ê tên astengkirin.
Komîsyona OHAL'ê ku bi îdiaya dê mexdûriyeta saziyên bi KHK'yan hatin girtin û kesên ji karê hatin avêtin ji holê rabike hat avakirin êdî serlêdanan qebûl dike. Lê belê, komîsyon serlêdanên qenalên televîzyonan ên wek ÎMC TV, Hayatin Sesi TV, TV10, Jiyan Tv, Van TV, Ozgur Gun TV û Azadi TV'yê qebûl nake. Serokê Desteya Rêvebir a Hayatin Sesi TV'yê Arîf Koşar der barê vê biryara komîsyonê de axivî. Koşar, dest nîşan kir ku qenala wan bi salan li dijî hevkariya Cemaeta Gulen û hikûmetê têkoşiyaye û hikûmet jî û her kes jî baş dizane ku ne ji dûra û ne jî ji nêzîk ve tu eleqeya wan bi FETO'yê re tune ye.
'JI BER KU TV'YA ME LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DERKET HAT GIRTIN'
Koşar, dest nîşan kir ku ji ber ku televîzyonên wan li dijî "kapîtazlîm, gendelî, faşîzm, nîjadpresetiyê û projeya nifşên kîndar" derketine hatine girtin û wiha axivî: "Binpêkirina mafê serlêdana ji bo Komîsyona OHAL'ê jî nîşan dide ku ka ev komîsyon çi qas formalîte ye. Jixwe komîsyona ku ji aliyê hikûmeta ku televîzyon girtine hatiye tayînkirin dê ne serbixwe be. Mebest ji vê ew e ku li nav welat û derveyî welat nîşan bidin ku 'pêvajoya qanûnî didome, heke mexdûriyet hebe dê ji holê bê rakirin.'"
'KOMÎSYON DIXWAZE RÊ LI BER PÊVAJOYA DMME'YÊ BIGIRE'
Derhênerê Giştî yê TV10'ê Turabi Kişin jî, anî ziman ku hinceta ku TV10, ÎMC TV, Hayatin Sesi di çarçoveya OHAL'ê de nehatine girtin tê berpêşkirin, lê belê qenalên wan bi KHK'yan Jimare 668'an hatiye girtin. Kişin wiha axivî: "Rênelibervekirina serlêdana van qenalan di xwe de dustandardiyekê dihebîne. Ya duyemîn jî ew e ku, a rast pêvajoya girtinê ev salek e bi derengî tê xistin û bi vê yekê tê xwestin ku sala bê jî bi derengî bixin. Yanî bi tu awayî zemîneke huqûqê nayê hiştin. Hinceta avakirina vê komîsyonê ew e ku rê li ber veguhastina derhuqûqiyan a ji bo DMME'yê bigire. Bi komîsyonên wisa tê xwestin ku rê li ber dosyeyan bê girtin da neçin DMME'yê. Lê belê DMME jî van deran nîşan dide û ev yek tê wateya ku dustandardiyekê di xwe de dihebîne."
'JI DENGÊ MUXALIFAN DITIRSIN'
Kişin wiha domand: "Niha dixwazim vê yekê bibêjim. Heke em TV10 me di komîsyona lêkolînê de cih bigirtana, ma qey dê geşedaneke mezin çêbibûna. Na em wisa nafikirin. Kesên KHK derxistin ev komîsyon ava kirin. Kesên bi KHK'yan televîzyonên me girtin, çawa îmze avêtin bin neheqiyeke mezin, dê di vê komîsyonê de jî hewl bidin ku pêvajoyê bi derengî bixin. Jixwe ev komîsyon bi xwe komîsyoneke gengeşeyî ye. Çimkî 2 sal muhlet dane vê komîsyonê. Dê di nava 2 salan de çawa lêkolîna ewqas dosyeyan bike? Ji destpêkê ve li hemberî me neheqî dihatin kirin û wisa duxuyê dê ev derhuqûqî bidomin. Yanî sepandina heyî sepandineke nakokiyî ye, bipirsgirêk e û di heman demê de bi vê pêkanînê dixwazin rê li ber derdorên muxalif bigirin, dengê wan bitepisînin."