'Dersim û Şirnex bi zanebûnî tên şewitandin'

AMED - Şewatên li Dersim û Şirnexê didomin. Bi tu awayî rayedar mudaxileyî van şewatan nakin. Ekolojîst Sergen Sucu bertek nîşanî vê yekê da û got ku, ev şewat bi zanebûnî tên derxistin û bizanebûnî mudaxlieyî wan nayên kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî, anî ziman ku li herêmên wek Herêma Ewlehiya Taybet hatine îlankirin bi awayekî cidî binpêkirinên mafan xwe didin der û divê demildest mudaxileyî şewatan bê kirin.

Li çiyayên Gabar, Cûdî û Dera û li navend û 5 navçeyên Dersimê ji ber topbaranên hêzên dewletê agir bi gelek deveran ketiye û bi rojane ku ev şewat didomin. Li gel vê bi tu awayî mudaxile tune ye û bi bahaneyan mudaxileyên ji bo tefandina şewatan jî tên astengkirin. Ekolojîst Sergen Sucu û Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bilîcî bertek nîşanî vê yekê dan.

‘ŞEWAT PÊŞEROJA ME TARÎ DIKIN'

Ekolojîst Sucu, anî ziman ku AKP bi zanebûnî li herêmê qadên daristanî dişewitîne û gelek qadên daristanî yên tên şewitandin pêşkeşî şîrketên nêzî îktîdarê tên kirin. Sucu wiha axivî: "Bi bejîkirina Dersima ku xwedî envantereke mezin a nebatan e, qaşo li herêmê tevdîrên ewlehiyê digirin. Bi şewatên zanebûyî mafê guran, çûkan, sîvoreyan, daran tê binpêkirin û pêşeroja me tê tarîkirin."

‘DIVÊ EM BI HEVDU RE LI BER XWE BIDIN'

Sucu, bertek nîşanî Waliyê Dersimê jî da ku mudaxileya ji bo şewatê asteng dike û wiha axivî: "Dê waliyê li Dersimê, qeyûmê AKP'ê û hêza wê ya leşkerî sibê êşa nemudaxilekirina vê şewatê bikişîne. Divê gelên Tirkiyeyê ji bo çiyayên Dersim, Cûdî, Sînop û Çiyayên Qazê bên gel hev. Cûdî birayê Olîmpos, Dersim yê Çiyayên Qazê ye. Divê em li hemberî van şewatan serî rakirin."

‘DIXWAZIN KURDAN MEHKÛMÎ BAJARAN BIKIN'

Sucu, dest nîşan kir ku heke ev şewat bidomin dê li Tirkiyeyê hewaya paqij nemîne û dê her der radestî şîrketên madenan, radestî rantê û mirovên modernîteya kapîtalîst bê kirin. Sucu, anî ziman ku ev şewat encama polîtîkayên şer û sermayeyê ne û wiha got: "Nahêlin gel bi derfetên xwe jî mudaxileyî van şewatan bikin. Ev yek jî nîşan dide ku ev şewat bi awayekî kontrolî hatine derxistin. Bi van şewatan dixwazin gel mehkûmî bajaran bikin."

BİLİCİ: LI HERÊMÊN EWLEHIYÊ BINPÊKIRINÊN MAFAN XWE DIDIN DER

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Raci Bilici jî, der barê astengkirina mudaxilekirina şewata li Dersimê ya Walî de wiha got: "Em ji berê de li dijî sepandina herêma ewlehiyê ne. Çimkî, ev herêm bi xwe re rê li ber gelek windahiya mafan vedikin. Mafê tenduristî, perwerdehî, gihanî û gerînê yên gelê herêmê hemû tesîrê ji van polîtîkayan werdigirin. Wek ÎHD'ê ji roja ku OHAL hatiye îlankirin destûr nehatiye dayîn em biçin gelek herêman. Lê em baş dizanin ku li van herêmên ewlehiyê bi awayekî zêde binpêkirinên mafan xwe didin der."

‘DESTÛRA ŞEWITANDINA GIYANEWERAN TÊ DAYÎN'

Bilici, dest nîşan kir ku huqûqeke lidarxistina operasyonan jî heye û dema li gor huqûqan neyê lidarxistin pirsgirêkên cidî derdikevin holê û wiha domand: "Kî dibe bila bibe şewat sûc e û divê mudaxileyî wê bê kirin. Mudaxilekirina şewatê peywira dewletê ye. Heke nikaribe bike, ewçax divê mudaxileya mirovên li wir asteng neke. Bi vî awayî hûn destûra şewata hemû giyanewearn didin. Ev sûcek mezin e. Banga me ya ji bo rayedarên dewletê ev e ku divê demildest mudaxileyî şewatê bikin."