WAN – Li nevçe û navenda Wanê di serdegirtinên malan de 24 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Elbak û Erdîşê û Navenda Wanê di saetên serê sibê de polîsan di ser malan de girtin û li gel Rêveberê HDP’a bajêr Ozgur Aras 23 kes xistin bin çavan. Sedemê binçavkirina 24 kesan nehat zanîn. Hat hînbûn ku 24 kes li Midûryeta Polîsan a bajêr û navçeyan tên girtin. Zarokê binavê V. K. ku xwest biçe Nobeta Edalet û Wijdanê ya Parka Aştiyê ya Musa Anter, hat binçavakirin.