ERZIROM - Malbata Hakan Arslan ê li navçeya Sûrê di şerê 104 rojan berdewam kir de jiyana xwe ji dest da û li nava Sûrê hat definkirin, 20 mehin li pey cenaze ne. Malbata Arslan 571 rojin serî li dozgeriyê daye, lê hêj cenazeyê kurê xwe wernegirtine. Malbata Arslan banga piştevaniyê kir û wiha got: "Heta ku em li Sûrê cenazeyê xwe yê dawî bigirin têkoşîna me dê bitome."
Li navçeya Sûrê ya Amedê di şerê 104 rojan dewam kir de, di 22'ê Çileya 2016'an de Hakan Arslan jiyana xwe ji dest da. Malbata Arslan, ji bo dîtina cenaze bi dehan car serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da, lê 571 rojin tu encam bi dest nexistin. Malbatê bi riya parêzerên xwe, li girtîgehê hevdîtin bi kesên dema ji Sûrê derketin û hatin girtin re çêkiribû û hîn bûbûn ku cenazeyê kurê wan li cem Mizgefta Hasirli ya li Taxa Hasirliyê hatiye definkirin. Li ser vê malbatê, ji bo cihê cenaze bê tespîtkirin û bê derxistin, careke din serî li dozgeriyê dabû. Lê dozgeriyê, diyar kiribû ku li cihê tê diyarkirin cenaze lêye berê lêgerîn û kolandin hatine kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin û daxwaza malbatê red kiribû. Malbatê ji bo derxistina cenaze serî li Walîtiya Amedê da, lê heta niha walîtiyê tu bersiv nedaye malbatê. Malbatê her ku serî li dozgeriyê û rayadaran da jî tu encamek erênî bi dest nexistin. Malbatê ji bo dîtina cenaze berê serî li Wezareta Karên Navxweyî jî dabû, lê wezaretê jî bersiva ku li cihê tê diyarkirin kolandin hatiye kirin, lê tu cenaze nehatine dîtin dabû. Li gel vê, wezaretê diyar kiribû ku mijar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê tê lêkolînkirin û li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye. Malbat bi biryare ku biçin cenazeyê kurê xwe bînin û bi biryarin heta cenaze wernekirin jî têkoşîna xwe bidominin.
MAMBATÊN ZAROKÊN WAN LI SÛRÊ JIYANA XWE JI DEST DAN PIŞTGIRÎ DAN
Malbatên ku zarokên wan li Sûrê di şer de ji yana xwe ji dest dan û ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bigirin li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Fıratê, Sumerpark û Şaxa ÎHD'ê çalakiya rûniştinê pêk anîn, bi mehan ketin greva birçibûnê, piştî çalakiyek demdirêj cenazeyên zarokên xwe wergirtin û li Amedê defin kirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe girtin û defin kirin, bi armanca piştevanî û piştgiriyê çûn Gundê Çavukkoy ê navçeya Qereyazî ya Erziromê û malbata Arslan ziyaret kirin. Malbatên ku çûn Sûrê û malbata Arslan ziyaret kirin diyar kirin ku êşa wan tev yek e û piştgirî dan malbatê. Malatan anîn ziman ku ku heta cenazeyê dawî ji Sûrê bigirin têkoşîna wan dê bidome. Malbatan li daxazên malbata Arslan guhdar kirin.
‘BILA ÊDÎ GOREK KURÊ MIN HEBE'
Dayika Hakan Arslan Melike Arslan, diyar kir ku ew bi hesrete ku bigêje cenazeyê kurê xwe û xwest êdî gorek kurê wî hebe û wiha got: “Ez dixwazim êşa 20 mehin didome êdî bi dawî bibe. Min kurê xwe bi saxî nedît, lê dixwazim gora wî bibînim. Hêj cenazeyê kurê min li Sûrê ye. Lê xerakirin didome. Divê ev xerakirina Sûrê raweste. Ez bang li hemû kesan dikim ku hestiyar tev bigerin. Ez cenazeyê kurê xwe li Sûrê dixwazim. Bila di nava kavilan de winda nebe."
YÊN WÎCDANÊ WAN HEBE BILA VÊ ÊŞÊ DERMAN BIKIN
Bav Ali Riza Arslan jî anî ziman ku 571 roj di ser kuştina kurê wî re derbas bû, lê hêj negihiştiye cenazeyê kurê xwe yê li Sûrê û wiha got: "Ji bo ez bigêjim cenazayê kure xwe ez bi dehan caran çûm Amedê. Min serî li hemû deriyan da. Min bi daxwaznameyan serî li her derê da. Lê hemû derî li ruyê min hatin girtin. Rayedaran li cihê kurê min lê hatiye definkirin baş lêkorîn nekirin. Ez bawerim ku cenazeyê kurê min hêj li Sûrê ye. Yên wîcdanê wan hebe bila êşa min derman bikin. Bila bibin alîkar ku em cenazeyê kurê xwe ji wir derxin.
Ger ku dewlet cenazeyê kurê min dernaxe bila destûr bide ez derxim. Bila cenazeyê kurê min di bîn înaetê de nemîne. Ez bang li dozgerî, walî û wezareta karên hundir dikin ku hestiyar tev bigerin. 20 mehin ez vê êşê dijîm êbî bila ev êş bi dawi bibe. Bila gorek kurê min û axa wî hebe. Bila ev xerakirina li Sûrê êdî raweste û cenaze di bin de nemîne."
‘ÊŞ ÊŞA ME TEVAN E'
Ji malbatên hatin Erziromê Dayika Rozerîn Çukur a 16 salî Fahriye Çukur jî wiha got: "Min 5 mehan nobet girt. Piştî nobeta 5 mehan gihiştim cenazeyê keça xwe. Ji bo em êşa we parve bikin em ji Amedê hatin Erziromê. Eşa we êşa me ye. Êşa malbata Arslan êşa me tevan e. Hêj cenazeyê Hakan Arslan li Sûrê ye. Me hêj çalakiya nobetê bi dawî nekiriye. Em heta cenazeyek li Sûrê hebe dê nobeta xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dixwazin cenazeyê Hakan ji Sûrê bê wergirtin. Sûr, mala me, taxa me, gund û warê me ye. Em dixwazin qedexe, xerakirin û talankirin bi dawî bibe."
‘TENÊ BILA DESTÛR BIDE'
Bavê Rozerin Çukur Mustafa Çukur jî anî ziman ku nêzî 2 salin cenazeyê Hakan Arslan li Sûrê ye û ev ji bo malbatan êşek gelek mezin e. Çukur, anî ziman ku piştî 3 caran erd hat kolandin cenazeyê keça wî Rozerin û cenazeyê Ramazan Ogut hat dîtin û wiha got: Cenaze pir kûr defin kiribûn. Cihê cenazeyê Hakan lê hatiye defin kirin diyar e. Em zêde tiştekî ji dewletê naxwazin. Bila destûr bide em dê biçin cenaze derxin."
SEVÎKTEK: WEKÎ HÊJ CENAZEYÊ ME LI ERDÊ BE
Xwişka Mesut Seviktek Guler Seviktek jî anî ziman ku cenazeyê birayê wî û Îsa Oran li cihê lê jiyana xwe ji dest dan bi rojan hatin rawestandin û wiha got: "Ji ber ku hêj malbata Arslan cenazeyê Hakan negirtine em pir xemgîn in. Wekî ku hêj cenazeyê me li erdê be. Cenazeyê Hakan Arslan hêj li Sûrê ye. Em dixwazin êdi cenazeyê Arslan bidin malbatê.
Hevseroka MEYA-DER’a hat girtin Ayşe Dicle jî anî ziman ku ew her dem mi pişt malbatan in û dê her tem êşa wan parve bikin û piştgiriyê bidin berxwedana malbatan.