STENBOL - Fermana Wezareta Dadê ya "Qedexekirina peywira parastinê ya parêzeran" a berê li Grava Îmraliyê di meriyetê de bû, niha li girtîgehên din jî belav dikin. Ev qedexeya ku berê gelek caran li ser parêzerên Ocalan pêk anîn, niha dixwazin li girtîgehên din belav bikin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha 678 caran serlêdan kirin û serlêdan hatin redkirin.
Wezareta Dadê piştî fermana “Qedexekirina peywirê ya parêzerên ku mudavî û wekîltiya kesên bi sucdariya rêxistinê, sucdarkirina li dijî peywira dewletê, sucên li dijî pergala makeqanûnê bersûcên ji sûcên rêxistinê bi guman tên tawanbarkirin" da serdozgeran, mudaxaleya milê parastinê ket rojevê. Wezaretê di fermana li gorî Zagona Muhakemeya Ceza (CMY) ya “Qedexekirna mudafitî ango berpirsiyara peywira wekîltiyê" bibîr dixe de wiha got:
"Ji bo astengkirina çalakiyên wekî ragihandin, agahdarkirin, setendina fermanê ango dayîna fermanê ya kesên ji Rêxistinên sûc ên bi armanca berjewendiyê ango terore ku ji aliyê cemaweriyê ve bi hesasi tê şopandin, ango sucên ku infialê bibîr dixe tên darizandin û girtin ku bi rêya mudafiyan pêşdixin bê astengikirin, ango rê li pêş bê girtin, pir girîng e ku aliyê maqamên eleqeder ve tedbîr bên girtin. Wezareta dadê xwest parêzerên der barê wan de lêpirsîn û doz hebinheta 2 salan ji peywirê bên dûrxistin ango peywira wan bê rawestandin.
EWIL BIRYAR LI ÎMRALIYÊ XISTIBÛN MERIYETÊ
Her çend ev fermana Wezareta Dadê nû bê dîtin jî berê ev biryar li Îmraliyê ketibû meriyetê û li ser Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Ocalan dihat meşandin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên Îmraliyê ji ber vê fermana wezaretê nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi tu awayî bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin. Ev biryar di 7'ê Hezîranê 2005'an de ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hat dayîn. Ewil ev biryar li ser Parêzerên Ocalan Aysel Tugluk, Dogan Erbaş, Hatice Korkut, Mahmut Şakar û Aydin Oruç xistin meriyetê û heta salekê ziyareta bi Ocalan re li wan qedexe kirin.
PIŞTRE DEMA QEDEXEYÊ DIRÊJ KIRIN
Piştî biryar hat dayîn di 7'ê Tîrmeha 2005’an de disa 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Aysel Tugluk û Doğan Erbaş de 6 mehên din ên qedexeya hevditinê dirêj kirin. Piştî wê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di demên cuda de der barê Hatice Korkut, Mahmut Şakar û Aydin Oruç de biryar da ku ev qedexe heta 6 mehên din bê dirêjkirin. 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê di 27'ê Kanûna 2007'an de dîsa biryara der barê parêzeran de 6 mehên din dirêj kirin.
Bi vê biryarê der barê gelek parêzeran de astengiya qedexeya hevdîtinê danîn û qedexeya parêzeran ku biçe Îmraliyê danîn.
Piştî ev biryar xistin meriyetê bi dehan parêzerên Ocalan ku ewil 6 meh ango 1 salek qedexe danin pêşiya wan bi salan in nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtinê bikin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 678 caran ji bo serlêdana bi Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê d8ane, lê her dem bi hinceta "Muxalefeta hewayê heye", "Keştî xera be ye" "Personel tune ye" û “OHAL heye" serlêdanên parêzeran red dikin.
Di 22'ê Mijdara 2011'an de li dijî parêzerên Ocalan operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de nêzî 50 parêzer hatibûn binçavkirin û 36 parêzer hatibûn girtin. Her çend piştre hemû parêzer hatin berdan jî doza parêzeran hêj berdewam dike.