EDENE – Denîz Ozdemîr ê ku leşkeran got 'îfadeya te heye' ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtin û birin navçeya Pîranê agahî jê nayê girtin. Malbata Ozdemîr, diyar kirin ku ew agahî ji kurê xwe nagirin û bi fikar in.
Denîz Ozdemîr li navçeya Pasûra Amedê di 29’ê gulana 2016’an de bi îdiaya PKK’yî ye ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Ozdemîr 2 roj îşkence dît û pişt re hat girtin û ew dişinin Gîrtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê. Di rojên derbasbûyî de leşker ew ji koxuşa girtîgehê derxistin û birin navçeya Pîrana Amedê. Ozdemîr li Girtîgehê di hucreya yek kesî de dihat hiştin û li hember vê pêkanîna girtîgehê 48 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de mabû. Malbata Ozdemîr a ku ji rewşa wî bifikare 2 caran bi rêya Şaxa ÎHD’a Edenê serî li Wezareta Dadê da. Lê heta niha wezaretê tu bersiv nedaye malbatê. Ozdemîr ê ku di bin şertên tecrîtê de hat girtin fitika piştê pê re çêbûye. Li gel hemû serlêdanên malbatê jî hemû daxwazên der barê Ozdemîr de ji aliyê Wezareta Dadê ve hatin redkirin.
Herî dawî di 8’ê tebaxê de ji aliyê leşkeran ve hat desteserkirin û ew birin navçeya Pîrana Amedê. Ozdemîr ê 5 rojan li Qereqola Cendermeyan a Pîranê hat hiştin agahî jê nayê girtin.
‘ÊRÎŞÊ DERÛNÎ LÊ DIKIN’
Dayika Ozdemîr, Emîne Ozdemîr destnîşan kir ku kurê wê bi îşkenceyê re rû bi rû maye 5 roje jê agahî nagirin û wiha got: “Çi ji kurê min dixwazin nizanim. Kurê min birine Pîranê. Heya me jê tune ye. Em çûn Pîranê jî lê nehiştin ez kurê xwe bibiînim. Der barê aqûbeta wî de bersiv nadin me. Bes e ew qas îşkenceyê li kurê min dikin bila carek din wî bibin girtîgehê. Armanc ew e ku sûcê kurê min nekiriye bikin sûcê wî. Êrîşên derûnî û tundî li serê didin ferzkirin.”
‘JI BER ÎŞKENCEYÊ MIN KURÊ XWE NAS NEKIR’
Bav Nacî Ozdemîr (61) jî da zanîn ku kurê wî gelek caran rastî îşkenceyê hatiye û piştî wêneyê îşkenceya li ser kurê wan hatine belav bûne ku dizanibûne kurê wan nehatiye kuştin. Ozedemîr anî ziman ku wan kurê xwe ji ber îşkenceyê nas nekirine û got: “Piştî kurê min li Girtîgeha Amedê 3 rojan ma, wî sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê kirin. Dema em çûn hevdîtina wî hêj şopên îşkenceyê hebûn. Nikaribû bi rêve biçe. Wî di hucreya yek kesî de digirtin. Ji bo ew jî şertên girtîgehê şermezar bike 48 roj di greva birçîbûnê de ma. Lê li gel vê yekê jî wî di bin tecrîdê de hiştin.”
BI ÎDIAYA ÎFADEYA WÎ HEYE
Ozedemîr diyar kir ku kurê wî bi kêfî birine Pîranê û li ser agahî dayîna çawişek pispor dibîhîzin ku kurê wî birine Pîranê. Ozdemîr got ku li gel hemû serlêdanên dozgeriyê jî daxwazên wan bê bersiv mane û bi îdiaya îfadeya wî heye li birine Pîranê.
NEHIŞTIN HEVDÎTIN BIKIN
Ozdemîr da zanîn ku wî serî li ÎHD’ê daye û wiha domand: “Pişt re em çûn Amedê. Çawişê pispor ê ku li min geriya bû ez lê geriyam. Hejmara têlefona Qereqola Cendermeyan a Pîranê da min. Paşê em bi parêzerê Denîz re çûn Pîranê. Nehiştin em û parêzer Denîz bibînin. Ji me destûra dozger daxwaz kirin. Her çiqas me serî li dozger da jî destûr nedan em Denîz bibînin. Hêj em ji rewşa kurê xwe agahdar nebûne.”
‘DIXWAZIN SÛC BIBÎNIN’
Ozdemîr anî ziman ku her tiştek bê serê kurê wî dozgeriyên Edene û Amedê û rêveberiya girtîgehan jê berpirsyare û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu sûcekî biavêjin ser kurê min nedîtin. Niha dixwazin sûcekî nû bibînin û wî sûcdar bikin. Tirsa me ya mezin ew e ku kurê me winda nekin. Demildest bila der barê rewşa wî de me agahdar bikin.”