Nûçegihanê me Denîz Nazlim hat binçavkirin

ENQERE – Nûçegihanê me yê dîhaberê Denîz Nazlim serê sibê li Enqerê di serdegirtina malan de hat binçavkirin.

Li Enqere di serdegirtinên malan de nûçegihanê me yê dîhaberê Denîz Nazlim jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Li gel Nazlim Dîlan Çetîn, Erkan Kara, Îrfan Geçer, Yelîz Yildirim, Yildiz Bahçec, Laleş Ekmen, Engîn Çevîk û Mucahît Kaplan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku yên hatine binçavkirin bi piranî rêveberên HDP’ê ne.

Li mala rojnamger Nazlim bi saetan lêgerîn dewam kir û pişt re dest danîn ser amûrên wî yên rojnamegeriyê. Hat hînbûn ku der barê Nazlim de biryara binçavkirinê heye.

Nazlim û binçavkiriyên din birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê.