13 kes li Stenbol û Tekîrdagê hatin binçavkirin

STENBOL/TEKÎRDAG – Li 7 navçeyên Stenbolê di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin. Li Tekîrdagê jî Hevserokê HDP’a Bajêr Kenan Yildiz hat binçavkirin.

Li navçeyên Arnavutkoy, Bagcılar, Bahçelîevler, Esenler, Beyoglu, Pendîk û Sancaktepe serê di demên hemwext polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de 12 kes hatin binaçavkirin.

Hat zanîn ku di çarçoveya operasyonê de biryara binçavkirina 18 kesan heye û heta niha 12 kes hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.

Navnşînek din a operasyonên siyasî jî Tekîrdag bû. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê a Tekîrdagê Kenan Yildiz de girt û ew binçavkirin. Yildiz birin Midûriyeta Polîsan a Tekîrdagê.