Rojnameger Bayram binçavkirin

RIHA - Polisan bi ser mala ku Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yê Rihayê Hamdullah Bayram û nûçegîha dihaberê Arjîn Dîlek Ocal lê dima de girt û Hamdullah Bayram binçavkirin.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala nûçegîhana me dihaberê ya Rihayê Arjîn Dîlek Ocal û Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî yê Rihayê Hamdullah Bayram lê dimînin de girt. Bi hinceta “Îxbar” heye polîsan bi ser malê de girt û dest danîn ser 2 laptop PC, wênekêja marka wê Nîkon D 90, dîskên flaşê, pirtûka rojnameger Arzu Demîr a “Dagin kadin halî”, defterên nişeyan ên rojnamegeran û destmala kesk, sor û zer. Piştî lêgerînê polîsan rojnameger Bayram binçav kirin.

Hat hîn bûn ku Bayram birin Salona Spor a Lîseya Sabîha Ozlek ku kirine navenda binçavkirinan.