REQQA - DAIŞ'ê di fermana 73'an a êzîdiyan de Saleh Hesen Reşo yê Şengalî di 11 saliya wî de tevî hemû malbata ew dîl girtin û bi îşkenceyê kirin misilman. Piştî perwerdehiya leşkerî û olî ew birin Reqqa û li dijî QSD’ê şer kirin. Di şerê li Reqqa de YJŞ, 10 endamên DAIŞ'ê kuştin ji nava wan rizgar kirin.
Şerê Cenga Mezin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di roja 70'e de didome. QSD'ê di şer de heta niha 14 tax ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin û ji sedî 50 navenda Reqqa xistin bin kontrola xwe. Bi hezaran welatiyên sivîl ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku piştre tev li operasyona Cenga Mezin bûn armanc kirin ku tola xwe ji DAIŞ’ê hilînin, welatî ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin.
YJŞ'ê ji kesên ji destê DAIŞ'ê azad kirin yek jê Saleh Hesen Reşo ye. Salih Hesen Reşo hêj 11 sali bû di fermana 73'emîn a êzîdiyan de DAIŞ'ê ew û malbata wî ya 7 kes tev dil girtin. Malbata Reşo ya ku ji Xanesorê ye, piştî dîl hatin girtin ew bi îşkenceyê û zorê kirin misilman û mirin Mûsilê. Reşa tevi çêwiya wî Sebah ji malbatê qetandin û Reşo bi zorê kirin misilman û şervan. Reşo piştî kirin misilman birin bajarên Hama, Humus, Mansura, Tabqa û Reqqayê. Di perwerdehiya olî û leşkerî re derbas kirin. Hêj 30-35 xizmên Reşo jî di destê DAIŞ'ê de ye. Ji bilî xwişka wî endamên malbata wî agahî jê nayê girtin û aqubeta wan nayê zanîn.
Reşo piştî di şerê li Reqqa de ji aliyê YJŞ'ê ve hat azadkirin diyar kir ku roja ku li Mûsilê jin, zarok û mêr ji hev cuda kirin, ji Mûsilê qetiya û wiha got: "Ez û Sebah birin zindana ku zarok lê diman. Dema mi zindana Mûsilê zarok ji hev diqetandin qêrîna wan li erş û ezmanan belav dibûn Dema em li Mûsilê bûn em gelek caran rasti îşkenceyê hatin. Bi zorê ez kirim misilman. Bi dehan zarokên êzîdî yên qebûl nekirin li ber çavê min hatin kuştin. Ji ber ku ez tirsiyam min misilmanî qebûl kir. Pişti Mûsilê em koma ku ji 14 zarokan pêk dihatin birin Reqqa û derdora wê. Em kom bi kom derbasî Sûriyê dikirin. Ne digotin em we dibin ku. Cihê ku em çûnê, me perwerdehiya olî û leşkerî dît. Di serî de perwerdehiya Kaleşnikofê û çekên din me dît."
Reşo, anî ziman ku piştre ew birin navendên Hama, Humus, Mansura û Tabqayê û herî dawî ew anîn Reqqayê. Em li her bajarekî 3-4 mehan hatin hiştin. Bi taybet bi me eleqeder dibûn. Xwişka min Sebah ji min neqetandin. Her dem bi min re bû.
EM BI DIZÎ BI KURDÎ DI AXIVÎN
Reşo, anî ziman ku car caran bi dizî ew û xwişka xwe bi kurdî bi hevre di axivîn û wiha got: "Dema endamên DAIŞ'ê em ferq dikirin jî, gef li me dixwarin û dixwest em carek din bi kurdî neaxivin. Herî dawî ez ji Hama anîm Reqqayê. Ez tevî endamên DAIŞ'ê li Reqqa hatim rawestandin. Piştî demekê ez birim eniya şer. Çend nokteyên ku DAIŞ lê bûn balafirên şer bombe kir. Endamên DAIŞ'ê di nava DAIŞ'ê te asê mane. Li wir zaroken êzîdî jî dixin nava şer."
Reşo, ku 3 sal şûnde li Reqqaya Kevn di şer de ji destê DAIŞ'ê zirgar bû da zanîn ku di nava bajar de wan bi zorê dixin nava şer û wiha got: "Ez li vir ji xwişka xwe Sebah qetandim. Di operasyonê de 10 endamên DAIŞ'ê yên li cem min hatin kuştin û ez azad bûm. Lê niha xwişka min li kuye ez nizanim." Reşo piştî hat rizgarkirin ji aliyê şervanen YJŞ’ê ve birin herêmek ewle.
Nazim Daştan - dihaber