WAN – Hurşît Abî û Cemal Ozer ji roja ewil a Nobeta Wijdan û Edaletê ya Wanê çayê amade dikin û îkramî ziyaretvanan dikin. Abî û Ozer wiha gotin: “Çalakî ne 7 rojan, 3 mehên din jî dewam bike em ê mêvanên xwe bê çay nehêlin.”
Nobeta Wijdan û Edaletê di roja 7’emîn de li Parka Aştiyê ya Musa Anetr a Wanê dewam dike. Hurşît Abî û Cemal Ozer ji roja ewil ve çayê çêdikin û çayê îkramî çalakgeran, rojnameger û kesên tên ziyaretê dikin. Ji roja nobetê dest pê kir û heta îro ava semawera wan dikele û bi kêfxweşî çayê li Parkê digerînin.
PARKA MUSA ANTER MALOVANOYA BI HEZARAN KIR
Ozer ji roja ewil heta îro ziyaretvanên ji Colemêrgê bigire heta Wanê û ji Bedlîsê bigire heta Bedlîs, Mûş û Îdirê hatin piştgirî dan çalakiyê bêçay nehişt û got: “Ji bo wekîl, gelê me û mafên xwe em li virin. Ez bi hezkirinek mezin vê peywîrê dikim. 20 rojên din jî dewam bike ez ê bi dildarî bixebitim. Çêkirina çayê û îkramî çalakgeran û gel ji bo min rûmet e. Ji ber ku ez bi dildarî çayê çêdikim westandin nakeve bîra min.”
NE 7 ROJ 3 MEHÊ DIN JÎ BIDOME…
Hurşît Abî jî destnîşan kir ku rojê nêzî 20 caran çayê çêdike û çaya çêdikin nêzî 3 hezar qedeh çay îkramî welatiyan dikin. Abî ev tişt got: “Ev hefteyeke ez bi dildarî çayê çêdikim. Ji ber ku ez vî karî bi dila û can dikim qet betilandin nayê hişê min. Ne 7 roj 3 mehê din jî çalakî bidome, ez ê bi dildarî li vir çayê çêbikim.”