STENBOL - Derbarê 2 polîsên jin ên li ser xeta metroya Haciosman-Yenîkapi erkdar bûn, Şennur P. rawestand û heya kincên binî lêgerin pêk anîn de, bi xwestina 2 sal cezayê girtîhê doz hat vekirin.
Derbarê 2 polîsên jin ên erkdarê xeta metro ya Haciosman-Yenîkapi ya Stenbolê ku Şennur P. heya kincên binî tazî kirin û lêgerîn pêk anîn de doz hat vekirin. 2 polîsên jin ku li ser xeta metroyê erkdar bûn, li Şennur P. heqaret kirin û birin nokteya lêgerînê. Polîsan, Şennur P. di lêgerîna tazî re derbas kirin. Şennur P, serî li dozgeriyê da û giliyê sûc kir. Dozger derbarê Muge Y. û Azîze Ç. de bi xwestina 2 sal cezayê girtîgehê doz vekir.