AMED - Ermeniyên ji 2015'an heta niha ji ber qedexeyên li Sûrê nikarin biçin Derên li Sûrê, diyar kirin ku xerakirina Sûrê feraseta yekperestî û zordariyê ye.
Di cîhana ola Xirîstiyanê de her sal di 15'ê Tebaxê de "Cejna pîrozkirina tirî" tê lidarxistin. Ermeniyên li Amedê jî ji ber ku deriyê Dêra Surp Grekos a Ermeniyan di qedexeyên Sûrê de ji sala 2015'an ve hatiye girtin, di 13'î Tebaxê de beşdarî cejna pirozkirina tirî ya xirîstiyanan a li Dêra Dayika Meryem a Suryaniyan hat pîrozkikin bûn.
Dêra Surp Grekos ji sala 2015'an heta niha ji ber qedexeyên li Sûrê deriyê wê hatiye girtin û îbadet lê nedihat kirin. Ermeniyên Amedê ku ji ber Dêra Surp Grekos girtî ye û cejna xwe li Dêra Dayika Meryem pîroz kirin, bertekên xwe yên li dijî qedexeyên Sûrê û xerakirina Sûrê anîn ziman. Ermeniyan anîn ziman ku di bin navê "Veguhestina bajarvaniyê de" Sûr tê xerakirin û warê wan talan dibe. Ermeniyan da zanîn ku ev feraseta yekperestiyê ye.
Ermeniyê Amedê Paramaz Mercan, anî ziman ku 2 salin ji ber qedexeyan dêra wan a Surp Gregos girtî ye û ji ber wê neçarin biçin cihên din cejna xwe pîroz bikin. Mercan, da zanîn ku di bin navê "Veguhestina bajarvaniyê de" Sûr tê xerakirin û destûrê nadin ku biçin li dêra xwe îbadetê bikin û wiha got: "Dera me 100 metre li pişt Mînareya Çar Ling e.
Rayedarên dewletê dikare di rojên taybet de korîdarê vekin û em biçin dêra xwe îbadetê bikin. Lê li şûna wê her derê bajar kirine barîkat. Ez wekî ermeniyekî li Tirkiye dixwazim îbadeta xwe li dêra xwe bikim. Ev mafekî zagonî ye. Lê mixabin di zagonê de heye, lê di meriyetê de destûr nadin.
TOKÎ CIH NEDAYE DÊRÊ
Mercan, anî ziman ku di sedsala 21’an de jî polîtikayên nevneperest heye û wiha got: "Di reklama danasîna Sûrê ya ku TOKÎ amade kiriye de cih nedane çana Dêra Surp Gregosê. Ev nîşan dide ku her tiştî dixwazin li gorî polîtikayên xwe yên yekperestiyê têxin meriyetê. Bi xerakirina Sûrê hemû dewlemendiyên çand, bawerî û dîrokê tune dikin.
SÛR BAJARÊ KU 7 ZIMAN Û 70 ERDNÎGARÎ LÊ SERDEST IN
Hadî Gumuş jî anî ziman ku ji bo zanîngehê bixwîne hat Amedê û piştre ji vir venegeriya û wiha got: "Ez ji bo Cejna Pîrozkirina Tirî Hatim Dêra Suryaniyan. Ez pir qîmet didim vê cejna Suryaniyan. Suryanî şeraba herî muhîm a cîhanê di afirînin. Bi zanebûn li herêmê rezvanî û tirî diqedînin. Ev encama polîtîkayê ye. Ji bo Sûrê vir navenda çandan e. Li vir her milet û her bawerî heye. Li vir 7 ziman û 70 erdnîgarî dijî. Lê ji bo ev reng û rû winda bibe hin kes bi taybet dixebitin. Dema Amed tê gotin Sûr tê aqilan. Dema Sûr tune bibe hemû bawerî, ziman û çanda hezar salan hatiye parastin winda dibe. Yanî dema Sûr winda bibe jiyanek tune dibe. Ger ku li vir ziman, çand û baweriya min tune bibe. mîmarî, çand û hunera min tune bibe ez dê çi bikim."