AGIRÎ – Li navçeya Giyadînê li zozanên Belekurmî di navbera ap û birazî yên temenê wan zarokin de nîqaş derket. Piştî nîqaşê Mahkûm Bîrgul biraziyê xwe Cebraîl Bîrgûl bi çifteya nêçîrê kuşt.
Li Zozanên Belekurmî yên girêdayî navçeya Giyadînê ya Agiriyê duh êvarê di navbera ap û birazî yên temenê wan zarokin de ji ber sedemek nayê zanîn nîqaş derket. Piştî nîqaşê Mahkûm Bîrgul (17) bi çifteya nêçirê berê biraziyê xwe Cebraîl Bîrgul (14) da û ew kuşt. Hat zanîn ku ap û birazî li zozanan pez diçêrandin.
CENAZE HÊJ LI ERDÊ YE
Leşker û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji ber rêya gund xerabe bû wesayît ne gihîştin cihê bûyerê. Maşîneya leşkerî jî di heriyê de ma û neçû cihê bûyerê. Tê payîn îro bi helîkoptêrê biçin cihê bûyerê. Hat zanîn ku ji bo lêkolînê cenaze li cihê bûyerê tê rawestandin û bersûc ji cihê bûyerê reviyaye. Di navbera malbatan ên li mezra Tarim a bi ser gundê Meya ve diminînin jî rageşî didome.