Li girtiyan ‘kincên yek reng’ ferz dikin

MÊRSÎN - Saît Aras diyar kir ku li Girtigeha Tîpa F a Kirikkalê “kincên yek reng” ferzî girtiyan tên kirin û ew têkildarî ewlehiya jiyana kurê xwe yê girtî bigumane.

Hat zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F Kirakkaleyê pêkanîna “kincên yek rengî” li ser girtiyan ferz dikin. Bav Saît Aras ku bi rêya telefonê bi kurê xwe yê girtî Faruk Aras re axivî, wiha got: “Kurê min got pêkanîna “kincên yek rengî” li me ferz dikin. Ji ber ev pêkanîn qebûl nekirin e, îşkence li wan hatiye kirin û rastî muamelay xirab tên.” Aras da zanîn ku her roj gardiyan bi ser odeya girtiyan de digirin û li wan dixwin.

Aras destnîşan kir ew ji ewlehiya jiyana kurê xwe bigumane û banga hestiyariyê li raya giştî kir.