Navê wekîlên dê beşdarî nobeta Îzmîrê bibin diyar bû

ÎZMÎR – Navên parlamenterên ku dê beşdarî Nobeta Edalet û Wijdanê ya Îzmîrê bibin diyar bûn.

Nobeta Edalet û Wijdanê ya HDP'ê ku starta wê li Amedê hat dayîn û piştî Stenbol û Wanê dê li Îzmîrê bidome. Nobet dê di 15'ê tebaxê de li Navenda Çanda Turkan Saylan a Qada Gundogduya Îzmîrê bê lidarxistin. Piştî meşa li qadê, dê bi beşdariya berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr civîna koma partiyê bê lidarxistin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û hempişeyî dê piştgiriyê bidin nobetê.

Navê parlamenterên ku dê tevli çalakiya nobetê bibin wiha ne: Osman Baydemîr, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Muslum Dogan, Dîlan Dîreyet Taşdemîr, Ayşe Acar Başaran, Mîzgîn Irgat, Aycan Îrmez, Besîme Konca, Erdal Ataş, Alî Atalan, Behçet Yildirim.