Serde girtinên malan zêde dibin

URFA –Li Rihaya di serde girtina malan de 2 kes hatin binçavkirin

Li Rihayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girt û bi hinceta parvekirinên medyaya civakî Îbrahîm Halîl Gunduzalp û Kasim Al bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin e” xistin binçavan.

Gunduzalp û Al birin Salona Sporê ya Sabîha Ozlek a ji bo binçavkirinan tê xebitandin. Hat dest nîşan kir ku dibe hêjmara binçavkirina zêdetir bibe.

Di heman saetê de polîsan bi ser mala xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Hamdullah Bayram ku lê dimîne de jî girtin û kirin binçavan.