ÊLIH – Navçeya Heskîfa Êlihê ya xwedî dîroka 12 hezar salan bi dînamîtan tê hilweşandin. Zinarên dîrokî yên Heskîfê bi îdiaya “Talûke dide derdorê” tê xerakirin û zerarê dide keleh û şûnwarên dîrokî.
Li navçeya Heskîfê ya Êlihê ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî tê nasîn li aliyekî di bin talûkeya dê di bin bendava Ilisû de bimîne û li aliyekî jî bi dînamîtan tê hilweşandin. Bi îdiaya dê cihên dîrokî "bên restorekirin" li zinaran bi dînamîtan ferşên dîrokî tên xistin. Piştî ziyareta Wezîrê Karê Av û Daristanê Veysel Eroglu ya di meha hezîranê de peymana “restorekirinê” hat îmzekirin. Piştî vê peymanê di bin navê “zinar talûkeyê didin derdorê” xebata tijekirina derzan hat destpêkirin. Rayedarên fermî daxuyanî dabûn ku dê nêzî 210 şikeftan bên çêkirin. Ev şikeftên bên çêkirin jî dê di bin ava bendavê de bimînin.
Dîmenên teqandina dînamîtan ku li zinarên dîrokî pêk tên li ser medya civakî hatin parvekirin û rastî nerazîbûna welatiyan tê.
HEWLDANÊ BERTEK NÎŞAN DA
Hewldana Jiyandina Heskîfê li dijî dînamîtkirina Heskîfê daxuyaniyekî nivîskî weşand û got ku navçeya dîrokî Heskîf bi dînamîtan tê hilweşandin. Hewldanê got ku dînamîtkirina zinaran zerarek mezin dide keleh û derdora cihên dîrokî. Heweldanê banga xwedî derketina Heskîfê li raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê kir.