STENBOL - Ji ber ku rojekê Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê kir, sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Murat Çelikkan hatibû birîn. Çelikkan ket girtîgehê.
Ji ber ku rojekê Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin kir rojnamger Murat Çelikkan, ket Girtîgeha Kirklareliyê. Bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" 13'emîn Girtîgeha Cezayê Giran a Stenbolê sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Çelikkan birîbû. Dadgeha herêmî cezayê ku di 16'ê Gulanê de li Çelikkan hatibû birîn pesend kir.
Piştî ceza hat pesendkirin, Çelikkan îro saet di 15.00'an de tevî hezkirî û parêzerên xwe çû Kirklareliyê û ket girtîgehê. Heke piştî 45 rojan şûnde ji berdana venêriyî sûdê wernegire dê Çelikkan 13 mehan di girtîgehê de bimîne.