AMED - Di çarçoveya rûxandina "Veguherîna Bajêr" ya Sûrê de mala keviriyî ya malbata Donatê jî bê rûxandin. Malbatê diyar kir li her derê vê malê bîranên wan hene û ew ê destûrê nedin ku bê rûxandin.
Rûxandina di bin navê "Veguherîna Bajêr" ya li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê didome. Tevî malên hatin valakirin ceryan û ava gelek kuçe û kolanan jî hatiye birîn. Li gel vê yekê jî welatî malên xwe naterikînin. Şêniyê Sûrê Guler Dolat bertek nîşan da û wiha got: "Dewlet dixwaze mala min a dîrokî ya 150 saliyî birûxîne." Dolat a 52 salî dema di sala 1992'an de gundê wan Qazoxê ji aliyê hêzên dewletê ve hat xerakirin, ji neçarî koçî Amedê kir. Dolat, serpêhatiyên xwe wiha anî ziman. "Dewletê bi zorê ez ji gund derxistim. Destûr neda ku ez tiştekî jî bi xwe re bînim. Niha dubare heman tiştî dike. Ez ê nehêlim ku careke din mala min li ber çavên min birûxînin."
‘DEMA LI SÛRÊ ME WEK KU LI GUNDÊ XWE BIM'
Dolat, anî ziman ku piştî 32 salan şûnde dubare bi koçberiyê re rû bi rû maye û wiha axivî: "Dema cara ewil em hatin bajêr zaf diqilqilîm. Min digot ka ez ê çawa li ser piya bisekinim. Sûr zaf dişibiya gundê min. Mirov li gel hev bûn û alîkariya hev dikirin. Ji ber vê zû hînî vir bûm. Çandeke Sûrê ku deriyê xwe li mirovên êşbar vedike heye. Biçim kuderê jî ez xwe biyanî hîs dikim. Lê dema tên Sûrê wek ku li mala xwe bim."
‘MALA DÎROKÎ YA 150 SALIYÎ BI RÛXANDINÊ RE RÛ BI RÛ YE'
Mala Dolatê li Kuçeya Ateşogluyê ye, du qatî, eywaneke wê ya mezin heye û ji 5 odeyan pêk tê. Dolat, anî ziman ku vê mala 150 saliyî di xwe de gelek qewimînên dîrokî û çandî dihebîne û wiha domand: "Mala min bi hewşa xwe, bîra xwe, kevirên xwe yên bazaltî, bi eywana xwe xwedî erkên cuda ye. Li hewşa mala min bîrek heye. Hin kes dibêjin 200 sal temenê wê heye. Me bi salan ev bîr bi kar anî. Piştî gelek salan şûnde dixwazin wê tune bikin. Mafê wan tune ye. Ez naxwazim ji mala xwe derkevim."
Dolat, anî ziman ku 30 sal in ew li vê taxê ye û piraniya cîranên wê ji vir in, lê belê wek wê piranî jî kesên ku ji gund û warên xwe hatine koçberkirin in. Dolat, got ku Sûr ji bo her kesî qada jiyanê ye û wiha bertek nîşan da: "Nahêlin em rihet bibin. Dîsa koçberiyeke bi darê zorê li me tê ferzkirin. Dema ev yek ne li gor xwesteka te be zaf zor e. Ez ê nehêlim ku careke din mala min li ber çavên min bê rûxandin."
‘TENÊ ALTERNATÎFEK TÊ BERPÊŞKIRIN'
Şaban Dolat, anî ziman ku diya wî wan li vê malê mezin kiriye, ji ber vê mal ji bo wan zaf girîng e. Dolat, got ku li her derê malê bîranên wan hene û wiha domand: "Ez naxwazim vana hemûyan li vir bihêlim û biçim. Lê ji ber ku mal hatine îstîmlaqkirin dixwazin em ji vir derkevin. Tê gotin ku pereyên we di hesabên we de ne hûn bixwazin jî û nexwazin jî hûn ê derkevin. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn. Dê mal bihatanan restorekirin û dê mirov li malê xwe rûniştanan, lê nekirin. Helbet em dixwazin em li cihê xwe bimînin, lê tiştekî ku ji destê me bê tune ye. Tu serî li dadgehê bidî jî ji xwe kes mafê te nade te."
Dolat, da zanîn ku wan ji bo avaniya dîrokî ya malê serî li Desteya Bîrdariyan daye, lê belê ji bo parastina hatine û bi awayekî çend wêne kişandine û çûne. Dolat dest nîşan kir ku li Sûrê qirkirineke dîrokî heye û wiha got: "Bîra li hewşa me 200 salî ye, belkî zêdetir be jî. Dê bi rûxandinê re ev bîr jî biçe. Di bin navê restorekirinê de malên dîrokî dirûxînin. Kevirên malan birin li cihên dûra bi pereyekî zêde hatin firotin. Di ser vê yekê re bazareke reş hat çêkirin."
‘KES NIZANE DÊ MALÊN NÛ BI KÎJAN KEVIRAN BÊN ÇÊKIRIN'
Dolat, dest nîşan kir ku dema li Sûrê mal ji nû ve hatin çêkirin fikareya çandî û dîrokî esas nehatiye girtin û nayê zanîn ka dê malên nû bi keviran an bi betonê bên çêkirin. Dolat wiha domand: "Em ji kesî tu tiştî naxwazin. Tenê em dixwazin di malên xwe yên berê de rûnên. Ma dê ev mirov biçin kuderê û doza mafê xwe bikin. Ma edalet heye? Niha tenê alternatîfekê didin ber me. Dibêjin hûn ê pereyên xwe wergirin û biçin cihekî din. Li cihekî din şert û mercên jiyanê zaf zor in. Ji bo tu di sîteyekê de bijî divê herî kêm meaşê te 3-4 milyar be. Dema hûn ji vir derkevin hûn nikarin li wan deran bijîn. Yanî hûn nikarin çand û kelepûra xwe di sîteyan de bi pêş ve bixin."
‘BILA SÛR WEK SÛRÊ BIMÎNE'
Dolat, dest nîşan kir ku di navbera malbatên Sûrê de piştevaniyek heye û ew baş dizanin ku rûxandin tenê ne ji bo rantê ye. Dolat wiha bang kir: "Heke tenê ji bo rantê be dê li Amedê hin deverên din jî birûxînin. Ji bo çi Sûrê rûdixînin, Sûr dilê Ameda kevn e. Hewl didin Amedê ji nû ve çêbikin, lê dê çawa û bi çi ava bikin. Dê bi keviran ava bikin, bêyî mirovan, dema me derxînin dê kî bi cih bikin? Li van deran tenê mirov najîn. Giyanewerên din jî dijîn. Dê li Sûrê derdoreke din çêbibe û dê ji ber vê heywan tî û birçî bimînin, dê xweza xera bibe. Dê li vir tenê qirkirineke dîrokî çênebe. Di heman demê de dê qirkirineke xwezayî jî çêbibe. Bila Sûrê neşibînin cihekî din. Bila cihên din wek Sûrê çêbikin. Bila Sûr, wek Sûrê bimîne."