Wêneyê li ser ‘Heza Çekdarî ya T.C’ parvekirin

ŞIRNEX – PoLîsan, wêneyê O.A. yê 17 salî ku li naveçya Cizîra Şirnexê hat binçavkirin, ku li ser ‘Heza Çekdarî ya T.C’ nivîsadin li ser medya civakî parve kir.

Zarokê 17 sali O.A. ku bi îdîaya li ser medyaya civakî heqaret li Eren Bulbul ê di şerê li navçeya Maçka ya Trabzonê de jiyana xwe ji dest dayî, li navçeya Cizîra Şirnexê hat binçavkirin. Bi îdîaya O.A. heqaret li Bulbul kiriye, ji bo bê ceza kirin navnîşan û agahiyên nasnameya wî hat parvekirin.

Polîsên Hêzên Taybey di saetên şevê de O.A. binçav kirin. Polîsan wêneyê O.A. di medyaya civakî de parve kirin. Di wêneyê dest pêkê de, O.A. di navabera 2 polîsên li ser rûpoşên wan bi Alfebeya Goktur “Turk” nivîsan xuya dike û polîsekê din jî bi telefona berîkê wêneyan dikeşîne. Di wêneyeke din ê li Midûryeta Polîsan ku hatî kişandin de jî, yek li ber diwar li ser çûngên wî xistine erdê, serî wî tewandî ji piştî û kêlekê ve cardin wêneyên wî hatin kişandin. Di wêneyên din de jî yekî ku lê îşkence hatiye kirin û çav û rûyê wî reşkirine û nikare çavên xwe veke. Li ser wêneyên îşkenceyê nivîsa “Hêzên Çekdarî yên T.C.” nivîsandin.

Piştî wêneyên O.A. li ser medyaya civakî hat parvekirin, rastî bertekan hat.