12 kes li Edene hatin binçavkirn

EDENE - Li Edene ku operasyona binçavkirinê didome polîsan bi ser malan de girt û 12 kesên din binçavkirin.

Li Edene operasyonê serdegirtina malan berdewam dike. Serê sibê dîsa bi sedan polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser malan de girt. Polisan bi ser zêdeyî 15 navnişanan de girt û herî kêm 12 kes binçav kirin. Polîsan deriyên malan şikandin û li malan lêgerîn kirin. 12 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Edeneyê. Di 13 û 14'ê Tebaxe de jî polîsan bi ser malan de girtibûn û 22 kes binçavkiribûn.