Daxwazên Gulmen û Ozakça ya refakatvanan qebûl kirin

ENQERE – Daxwaza Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên 160 rojin di greva birçîbûnê dene daxwaza wan a refakatvanan hat qebûlkirin.
Dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça û xwişka Nuriye Gulmen Beyza Gulmen refakatvaniyê bikin.

Akademîsyen Nuriye Gulmen û Semih Ozakça, 160 rojin ji bo li karê xwe vegerin di greva birçîbunê dene. Bi hefteyan in li Nexwşxaneya Kampusa Înfaza Ceza ya Sincanê tên girtin. Gulmen û Ozakça li odeyên cuda û bê refaqatvan tên girtin. Li gorî raporên wan ên tenduristiyê tê diyar kirin ku bê refakatvan û bi tena serê xwe nikarin bimînin. Lê tevî vê raporê Gulmen û Ozakça bi tenê tên girtin. Piştî malbatan ji bo refaqetvaniyê serî li dozgeriyê da çend hefte şûnde ev daxwaza malbatan hat qebûlkirin.

Xwişka Nûriye Gulmen Nuriye Gulmen Beyza Gulmen ji Rojnameya Şûjinê re axivî û wiha got: “Piştî biryara DMME ya der barê Nuriye û Semîh de ew birin Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê. Hat diyar kirin ku li gel rapora ‘Talûkeya wan a jiyanê heye, Nikarin bi sere xwe bisekinin" jî disa di tecrîdê de tên girtin.

'DÊ ÇAWA BIREKVIN'

Gulmen, anî ziman ku ev nakokiyek mezin e û wiha axivî: "Dibêjin dibe ku bireve. Nikarin gavekê tev bigerin, dê çawa birevin? Bê bi kuve birevin. Em tev dizanin ku divê bê taliyekirin. Lê ji bo ku bernedin her tiştî dikin. Di pêvajoya girtigehê de wekî ku baş li wan dinerin didin xuyakirin. Doşeken bi hewa didin wan û dixwazin li pêş çavê DMME baş bidin xuyakirin. Piştî DMME tedbîrên lezgîn red kir u şûnde şevekê bi zorê wê direvînin. Me di pêvajoya nexweşxaneyê de dît ku dixwazin demek berî demeke vî karî biqedînin. Sedema ew birin nexweşxaneyê dixwazin bi zorê mudaxaleyî wan bikin."

QÛRALÊ NEXWEŞXANEYÊ FERZ DIKIN

Beyza Gulmen, anî ziman ku dixwazin rêgezê girtîgehê li ser wan ferz bikin û wiha axivî: "Em çi bêjin ew jî dibêjin 'Rêgezên girtîgehê wia ne' û bersîv didin me. Tevî ku mafê me yê hevdîtinê saetek bû daxistin nîv saetê. Gardiyan li tenişta me li me guhdar dike. Me li pişt têlan hevditina vekirî kir. Me ji bo refaqetvan serî lê da, piştre dozger heta niha tu tişt ji mere negot. Em gelek caran rastî astengiyan hatin û hatin mijûlkirin. Piştî têkoşinek zêde me encam bi dest xist û mafê me yê refaqatvaniyê hat qebûlkirin. Diyar kirin ku dayika Semih Ozakça Sultan Ozakça û xwişka Nuriye Gulmen Beyza Gulmen dikarin refaqatê bikin.

‘JI BO MALA ACUN KARADAG GOTIN MALA RÊXISTINÊ'

Gulmen, anî ziman ku piştî bi dozger re hevdîtin kirin fêr bû ku wezaret der barê wan de agahiyan kom dike û wiha got: "Dozger got 'Ez aşkere ji were bêjim hûn tev li çalakiyê rêxistinê bûne. Hûn li mala rêwistinê mane' Mala ku dozger wekî 'Mala rêxistinê' bi nav dike mala xwişka Acunê ye. Em rastî tiştê wisa balkêş jî hatin."

Gulmen, da zanîn ku ji ber mafê refaqatvaniyê girtin kêfxweş in û wiha bi dawî kir: "Ne pêkan e ku Nûriye û Semîh bi tena serê xwe bimînin. Ji ber ku me mafê refaqatvaniyê girt em kêfxweş in. Şertên greva wan a 150 rojan gelek zor bû. Ez bawer dikim ku em dê bi hevre rojên xweş derbas bikin. Ez dê alîkariya we bikim."

Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 160 rojin di greva birçîbûnê dene, di roja 76'an de hatin girtin û niha li Nexweşxaneya Kampusa Înfaza Ceza ya Sincanê tên girtin. Çalakiya ku Semîh û Nûriye li kolana Yukselê dabûn destpêkirin jî diroja 280'an de berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Esra Ozakça jî di roja 85’an de didome. Esra heta niha daketiye 48 kiloyan.