Jina 9 meh ducanî hat berdan

MÊRSÎN – Jina 9 meh ducanî Remziye Baskak bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê diyar bû, hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê. Cezayê Baskak 6 meh hat taloqkirin û hat berdan.

Jina 9 meh ducanî Remziye Baskak bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê diyar bû, di 5’ê Tebaxê de li Mêrsînê hat girtin û birin Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê. Daxwaza Baskak a ji bo cezayê wê bê taloqkirin, hat qebûlkirin.

Parêzer Alî Bozan ku di 10’ê Tebaxê de serî li Serdozgeriya Tarsusê dabû, hat qebûlkirin. Bozan diyar kir ku 6 meh cezayê muwekîla wî Baskak hat talop kirin û piştî kar û barên lêpirsînê tehliye bû.