ÊLIH – Li Êlihê endamên Meclîsa Şaredariya û xebatkarên Şaredariya Êlihê ku piştî tayînkirina qeyûm ji peywîrê hatibûn dûrxistin hatin binçavkirin.
Li Êlihê polîsan bi ser malên endamên Meclîsa Şaredariya Êlihê yên DBP’ê ku ji peywîrê hatibûn dûrxistin û xebatkarên şaredariyê ve girt. Operasyon di saetên serê sibê de hemwext pêk hat. Piştî lêgerîna li malan endamên Meclîsa Şaredariyê Hurriyet Kaytar, Necmî Dîlmaç, Nasir Taş, xebatkarên şaredariyê Îkram Gornu, Azad Çîftî û Ekrem Çelîk û alîkarê hevşaredarên Êlihê Azîz Aksîn hatin binçavkirin.
Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê.