SAKARYA – Li Sakaryayê minibusa karkên findiqan û wesayîta kar, li hev qelipîn. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn.
Li navçeya Kocaaliya Sakaryayê wesayîta karkên findiqan û wesayîta kar li hev qelîpîn. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn. Wasayîta karkerên ji bo komkirina findiqan ji Amedê diçû Kocaaliyê, qeza kir. Di qezayê de ajokarê minibusê Abdurrahman Can bigiranî birîndar. Birîna 14 karkên din jî sivik bû. Gelek ekîbên tendirûstiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Karkerên birîndar ji bo dermankirinê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaaliyê. Karkerên bi sivîkî birîndar bûn, li ser lingan hatin dermankirin û pişt re taburcu kirin.
Lêşkaran têkildarî qezayê lêpirsîn da destpêkirin.