WAN - Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku bi îşkence û binpêkirina mafan ket rojevê niha jî Midûrê Girtîgehê bi tulim li nava girtiyan digere û gefa “Em ji bo we cilên pir taybet amade dikin. Di nêzîk de hûn dê van cilan li xwe bikin"
Zextên li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li girtîlgehên Tîpa T zext zêde dibin. Yek ji girtîgehên ku zextên li ser girtiyan zêde jî Girtîgeha tîpa T a Wanê ye. Girtiyan bi riya malbata xwe agahî dan û diyar kir ku 2'emîn Midûrê Girtigehê gefê li wan dixwe û di bin tundiyê de dijîn. Girtiyan bi riya malbatên xwe diyar kirin ku 2'emîn Midûrê Girtîgehê bi tulim li nava kawîşên girtiyan digerin û gefa “Me ji bo we cilên pir taybet amade kirine. Di demek nêzîk de hûn dê van cilan li xwe bikin." û gefan li wan dixwin. Girtiyan anîn ziman ku di 5'ê Tebaxê de bi ser kawîşên jinan de girtin, îşkence li jinan kirin. Di êrîşa cendirme û gardiyanan de 24 girtî rastî lêdanê hatin û birîndar bûbûn."
Girtîgehên Tîpa T, F û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê 22 kilometre li dervê Wanê hatine avakirin. Ji Mûş, Bedlîs, WAn, û gelek bajarên din girtî li vir tên girtin. Malbatên ku ji bo ziyareta zarokên xwe ji Mûş, Bedlîs û Watê tên bi saetan li ber davê di dorê de radiwestin. Malbatên ku piştî bi saetan di dorê de radiwestin, dema derdbasî hundir dibin jî di lêgerînê re derbas dibin û rastî gelek nehiqan û îşkenceya derûnî tên. Her malbata ku hevdîtinê dikin, piştî vedigerin qala zext û binpêkirina mafên mirovan a li girtigehê dikin.
Malbatan anîn ziman ku gelek malbat dema dixwazin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin jî bi hinceta "Xizmê we ne li vir e" û wan paşve vedigerîne. Malbatan destnîşan kir ku dema diçin girtîgehê û dixwazin hevdîtin bikin li hucreyan gelek girtî yên ku ji bo wan sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind bikin tên rawestandin û li cem her girtiyekî jî gardiyanek rawestiya ye. Malbatan da zanîn ku dema malbat bi girtiyan re hevdîtin dikin jî gardiyan li ser serê wan radiweste û zextên derûnî li ser wan dimeşîne. Malbatan bilêv kir ku roja bûyerê li 3 odeyên ku 3 kes lê dimîne nêzî 100 leşker û gardiyan bi ser wan de girt û girtî darp kirin.
Xizma girtiyan Halime Ozdemir ku ji bo neviyê xwe yê girtî bibîne hat girtîgehê, diyar kir ku dema ji bo zarokên xwe hat ber girtîgehê leşker û gardiyanan bi ser odeyên girtiyan de girtin û li girtiyan dan. 4 jê giran 24 girtî birîndar bûn. Hin girtî avêtin hucreyê. Girtiyan li dijî vê yekê di ber xwe da. Girtî rastî tundî û îşkenceyê hatin.
Girtî Y.U. jî anî ziman ku girtiyên rastî lêdanê hatin yek jê milê wî, yek jê serê wî û yek jî piyê wî şikest û birîndar bûne. Y.U., ku ji serê xwe birîndar bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê hat dermankirin jî nekariBû raporê bigirie.