Piştî Erdogan polisan jî got Demirtaş ‘terorist’ e

ENQERE - Kesek li Hatayê di 8'ê Tebaxê de hat binçavkirin rastî tawanbarkirinek balkêş hat. Polisên Miduriyetê bi tawanbariya “Pesnê endamê rêxistina terorê Selahattin Demirtaş daye" sucdar kir.

Li gorî nîçeya agahdarkirinê ya HDP'ê, hat diyarkirin ku li Hatayê di 8'ê Tebaxê de kesek ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û birine Midûriyeta Polîsan a Hatayê. Di nîşeye de hat diyar kirin ku polîsan di bin çavan de kes bi “Pesnê endamê rêxistina terorê Selahattin Demirtaş daye" sucdar kir. HDP'ê têkildari mijarê daxuyanî da û wiha got: "Hêj darizandina Hevserokê me yê Giştî Selahattin Demirtaş didome. Gotina bi vî rengî yader barê Demirtaş de hatiye gotin û derbasî girtekên fermî hatiye kirin me li Serdozgeriya Komarê ya hatayê der barê midûriyeta polîsan a Hatayê de serlêdana sûc kiriye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê di heman demê de yê partiya sêyemîn a Meclîsa Tirkiye ye. Midûriyeta Polîsan a Hatayê Selahattin Demirtaş, wekî 'endamê rêxistina terorê' bi nav kiriye û kesê pesnê wî daye jî wekî sucdar dîtiye. Tawanbarkirina bi vî rengî di tihûqê de tune ye. Ev nîşan dide ku mafê hiqûqê çawa tê binpêkirin. Çawa ku parastina Serokmomar Tayip Erdogan ku wekî Selahattin Demirtaş serokê partiyekê ye ne sûc e, pesndayina Birêz Demirtaş jî ne sûc e."