Li Girtîgeha Kiriklarê pirtûkên girtiyan hatin desteserkirin

ÎZMÎR - Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklarê, pirtûkên girtiyên siyasî hatin desteserkirin.

Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê pirtûkên girtiyên siyasî hatin desteserkirin. Her wiha kargo û kincên ku serdêr dibin jî nayên wergirtin. Li gor agahiyên ku îro parêzer dan, di hijmartinê de lêgerîn hatine kirin û pirtûkên girtiyan hatinne desterkirin.