Daxwaza yekîtiya neteweyi belav dibe

COLEMÊRG- Hewldanên der barê yekîtiya neteweyî ya kurd peroşiyek li niştecihên gundê Baleka yê Colemêrgê peyda kir. Gundiyan, bi bîr xist ku ji bo berdewamiya destkeftiyên heyî pêdivî bi yekîtiyê heye û wiha gotin: "Dê bi yekîtiyê biratî, bedewî û aramî çêbibe."

Xebatên der barê yekîtiya neteweyî ya kurd de heycanek li kurdan peyda kir. Gundiyên li gundê Baleka û yên mezrika Xendekê yên Colemêrgê, ji bo mayîndebûna destkeftiyên heyî balê kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî û gotin ku, bêyî şert û merc divê her kes piştevaniya yekîtiya netewî bike.

Gundiyê bi navê Hasan Pala, anî ziman ku ji bo pêşeroja zarokên 4 perçeyan divê kurd dest bidin destê hevdu. Pala wiha axivî: "Bi yekîtiyê biratî, bedewî û aramî heye. Divê em bi destê hevdu bigirin, da konferansa me bi ser keve. Şerê hemû cîhanê li ser kurda ye. Dinya kurdan nas kir, tenê me hevdu nas nekir. Divê teqez yekîtiya neteweyî çêbibe, da ku em tiştekî ji zarok û neviyên xwe re bihêlin. Divê em bibin yek ku dostên me bêtir alîkariya me bikin."

‘DIVÊ LI HER DERÊ CÎHANÊ KURD JI BO YEKÎTIYÊ BITÊKOŞIN'

Gundiyê bi navê Saît Pala jî wiha got: "Tenê daxwaza me yekîtiya neteweyî ye. Heke yekîtî çêbibe em ê hêzdartir bibin. Hin kes dibin cerdevan, hin kes li gel dijminên kurdan tevdigerin. Bi vî awayî nabe. Kesên vê şaşiyê dikin divê dev jê berdin. Em hemû xwişk û bira ne, divê em bi destê hevdu bigirin." Huseyin Pala jî wiha axivî: "Divê çar perçeyên Kurdistanê dest bidin hevdu. Dê cîhan bi vî awayî me binase. Heke em nebin yek, dê kes me nas neke û qîmetê nede me. Li kuderê cîhanê dibe bila bibe divê kurd ji bo yekîtiyê hewlê bidin û divê teqez ev yekîtî çêbibe."

‘DIVÊ KES LI DOR BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ TEVNEGERE'

Îsmet Aşkan ku li mezrika Xendek a gundê Balekê rûdinê jî, anî ziman ku divê hemû partiyên kurdan û pêşengên wan ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin û wiha domand: "Em bang li hemû pêşengên kurdan dikin. Ji bo me konferansa yekîtiya neteweyî zaf girîng e. Kesê xwe wek pêşeng dibîne, nûnerên partiyan, rûspî hemû divê ji bo kombûna kongreyê tevbigerin û ji destê wan çi bê divê bikin. Divê ev yek bê kirin ku em li hemberî dijminê xwe karibin bitêkoşin." Aşkan ji bo Pêşengê PDK'ê Mesût Barzanî jî wiha got: "Divê li ser şopa bavê xwe biçe." Aşkan wiha axivî: "Divê şaşiyan neke. Em kurd hemû xwişk û bira ne. Divê kes ji bo berjewendiyên xwe li pêş vê konfrenasê nebe asteng. Kî dibe bila bibe. Teqez divê ev konferans kom bibe û divê ji bo vê hemû kurd tevbigerin. Baweriya me ew e ku dê ev konferans kom bibe."

‘HEKE YEKÎTÎ ÇÊNEBE DÊ ÊŞ ZÊDE BIBIN'

Şerîf Pala jî, dest nîşan kir ku heke yekîtiya neteweyî çênebe dê êş zêde bibin û wiha domand: "Em ji dil û can li benda wê roja yekîtiya neteweyî ne. Êdî kurd ne kurdên berê ne. Divê em dev ji berjewendiyên şexsî berdin. Divê pergaleke ku hemû kurdan bi rê ve dibe bê avakirin. Divê her çar perçe bibin yek. Heke ev yek çênebe em ê jî ya bav û kalên xwe bikêşin."