STENBOL - Di ser erdheja Marmara re 18 sal derbas bû. Endamê Rêveberiya Şaxa JFMO ya Stenbolê Savaş Karabulut, bi minasebeta 17'ê Tebaxê salvegera erdheja Stenbolê diyar kir ku 18 sal di ser erdhejê re derbas bû, lê hêj Stenbol ne amade ye. Karabulut, Waliyê Stenbolê 3 salin pirsên wan ên der barê erdhejê de bê bersîv dihêle.
18 sal berê di 17'ê Tebaxa 1999'an de li herêma Marmara ku navenda wê Golçuk bû erdhej pêk hat. Li gorî daneyên fermî 17 hezar û 480 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 23 hezar û 781 kes birîndar bûn. 505 kes seqet man. Li gorî daneyên ne fermî jî nêzî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 100 hezar kes jî birîndar bûn. Piştî erdheja şeva 17'ê tebaxê saet di 03.02'an de li navenda Golcukê bi hêza 7.5 pêl pêk hat hat 285 hezar û 211 mal û 42 hezar û 902 karkerî xera bûn û zerar dîtin. 18 sal di ser erdheja Marmara re derbas bû, lê hêj tedbîr nehatine girtin û hêj birîn nehatine dermankirin. Rêveberê Odeya Endezyarên Jeofîzikê (JFMO) ya Stenbolê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Savaş Karabulut, li ser rewşa erdhejê axivî û wihagot: "18 sal derbas bûn, lê hêj Stenbol ji erdhejek pêkan re ne amade ye.
Karabulut, anî ziman ku tevahiya Tirkiye herêma erdhejê ye û wiha got: "Rayedarên Tirkiye hewl didin bi 'Veguherîna Bajarvaniyê' rê li pêş bigrin. Lê ev bi tena serê xwe ji vê yekê re ne çare ye. Gelek mirovên zanyar ên Tirkiye û biyanî li ser rewşa xeta fayê ya Tirkiye her tişt aşkere kirin. Pirsgirêk tenê bi tespîtkirinê çareser nabe. Piştî tespîtan divê tedbîrên şênber bên girtin. 3 salin wekî Şaxa JFMO ya Stenbolê der barê erdheja Stenbolê û sazkirina avahiyên li Stenbolê tên avakirin, em daxwaznameyan didin Walîtiyê. Lê heta niha walî bersîva nivîskî nedaye me. Pirsên me pirsîn bi hinceta "nepeniyê" bê bersîv hiştin. Ji bo gel têxin nava panîkê agahiyan li cem xwe vedişêrin."
Karabulut, destnîşan kir ku berê 350 cihê kombûnê hebûn, lê niha ev yek daxistine 70 cihî û wiha got: "Li gorî xwe plan dikin ku di erdhejek pêkan de dê 2 milyon mirov têkeve bin tesîrê. Lê nifîsa Stenbol 20 milyon e. Ne pêkan e ku tenê 2 milyon mirov bi bandor bibe. Dê zêdetir mirov têkeve bin vê bandorê."
Karabulut, destnîşan kir ku berê piştî erdhejê mirov li parkan bi cih bûbûn û wiha bi dawî kir: "Mixabin êdî li vî bajarî park jî tune ye. Qadên dar û ber jî tev kirin avahî. Em niha paşve diçin. Em pêşve naçin. Sedemna ku Stenbol ji erdhejê re ne amade ne kêmbûna agahiyên zanistî ye. Berpirsiyar rêveberên ku perwerdehiya erdhejê nadin û rêveberên ku tedbîra vê yekê nastînin in."