AMED – Şampiyonê pîzza yê cîhanê Hakki Akdenîz û hevjîna wî Maya Akdenîz ên li Farqînê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Şampiyonê pîzza yê cîhanê Hakki Akdenîz û hevjîna xwe Maya Akdenîz ên ku ji bo betlanê ji Emerîkayê hatin Farqîna Amedê, duh li Kolana Gazî ya navçeyê ji aliyê polîsan ve bêser û ber hatibûn binçavkirin. Hakki û Maya Akdenîz ên ku li ber çavê zarokê xwe yê 12 salî Serhat hatibûn binçavkirin piştî birin Midûriyeta Polîsan a Farqînê serbest hatin berdan. Sedema binçavkirinê ji ber ku nasnameya Maya û kurê wê Serhat li gel wan nebûye hat nîşandan.
Hakki Akdenîz ê ku dikanên wî yên zincirî yên pîzzayê li bajarê New Yorka Emerîkayê hene 3 caran bû şampiyonê pîzza yê cîhanê.