Dîmenên nû yên dînamîtkirina Heskîfê derketin holê

ÊLIH – Nerazîbûna li dijî dînamîtkirina dîroka Heskîfê li ser medya civakî didome. Derhenerê belgefîlman Alî Ergul dîmenên dînamîtkirina Heskîfê yên ji nêz ve parve kir.

Li aliyekî li dijî dînamîtkirina navçeya Heskîfa Êlihê ku dê di bin ava Bendava Ilisû de bimîne nerazîbûn li ser medya civakî didomin û li aliyekî jî dîmenên nû yên dînamîtkirina Heskîfê tên parvekirin. Derhenerê bêlgefîlman Alî Ergul dîmenên dînamîtkirina Heskîfê ji nû ve kişand û parve kir. Cih û şûnwarên dîrokî yên li Heskîfê di bin navê “restorekirinê” de ku tên çêkirin lê bi dînamîtan tên xerakirin. Dîmenên dînamîtkirina şikeft û cihên dirokî yên Heskîfê ku beriya du rojan li ser medya civakî hatibûn parvekirin rastî berteka civakê hat.

KARKER DÎNAMÎT DIKIN

Dîmenên nû yên ji aliyê Ergul ve hatin parvekirin karker bi werîsan bi zinaran ve hilkişiyane û zinaran bi dînamîtan hildiweşînin. Di dîmen de karker di navbera hev de wiha dibêjin: “Murat zêde nece, te ceryanê da. Maşallah zinar hêj mîna xwe disekine.” Pişt re li zinar hilweşandin dewam dike.