3 kes li Giyadinê hatin binçavkirin

AGIRÎ – Li Giyadinê 3 kesên bi hinceta “Beşdarî merasîma cenazayên HPG’iyan bûn" hatin binçavkirin

Li navçeya Giyadina Agiriyê di 15’ê Tebaxê de, 3 kes hatin binçav kirin. Polîsan Bîrol Polat ê 27 salî û Hakan Ozden ê 18 salî ku di seraya firîngiyan de dixebitîn, li serayê binçav kirin. Hanîfî Ozer ê 42 salî ku li gundê Mirzecan hat binçavkirin birin Midûryata polîsan a navçeyê. Ji kesên bi hinceya “Beşdarî merasîmên cenazeyên HPG’iyan bûne” Ozden piştî lêpirsîna ewlekariyê di saetên şeve de serbest hat berdan. Polat û Ozer jî hîna dibin çavan dene.

Polat û Ozer dê îro derxînin pêşber dozger.