Rapora erdhejê ya TMMOB'ê: 470 qadên îskanê daxistdin 77’an

STENBOL - Koordînasyona Bajar a Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê bi minasebeta salvegera erdheja Marmara rapor bi raya giştî re parvekir. TMMOB'ê diyar kir ku 470 Qadên Îskana Demborî yên li Stenbolê daxistine 77’an û li qadên hatin girtin AVM hatine avakirin.

Koordînasyona Bajar a Yekîtiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Stenbolê bi minasebeta 18'emîn salvegera erdheja Marmara rapora der barê erdhejê de bi daxuyaniya çapemeniyê rapora "Stenbol ji erdhejerê re amade ye?" bi raya giştî re parvekir. TMMOB'ê li Şaxa Odeya Endezyarên Makînyan (MMO) ya Stenbolê civina çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên MMO, EMO, ÎMO, JFMO, JMO, MMO, ŞPO, amade bûn. Rapora ku hemû odeyan hevpar amade kir ji aliyê Sekretera Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Cevahir Efe Akçelîk ve hat xwendin. Akçelîk, diyar kir ku 470 Qadên Îskana Demborî yên li Stenbolê daxistine 77’an û li qadên din Navendên Firotin û Kirînê (AVM) hatine avakirin û wiha got: "Ger ku erdhejek mezin çê bibe dê heyelana zikê deryayê çê bibe û Tsunamî rû bide.
Li gorî rapora Lêkolîna Meclîsê ya 2010'an di erdhejê de 18 hezar û 373 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 48 hezar û 901 welatî birîndar bûn. 505 welatî seqet man. 96 hezar û 796 xanî û 15 hezar û 939 kargerî xera bûn û ketin halê ku neyê xebitandin. Li gorî daneyên fermî erdheja navenda wê Stenbolê nêzî 120 kilometre dûrî xwe hejandiye. Akçelik, anî ziman ku Tirkiye qada erdhejê ye û beriya erdhej pêk bê hişyarî da. Lê amadekarî û plan nehatin kirin. Akçelik, bilêv kir ku nêzîkatiyek bi qederê ve girê dide heye û berpirsiyariya îdareya cemaweriye ji ser xwe davêjin.

Akçelik, anî ziman ku ji bo ewlehî û parastinê tu gav nehatiye avêtin û wiha got: "Ne wezîrên eleweder û ne jî rêveberiyên herêmî, ne beriya wê û ne jî piştî wê tu tedbîr û amadekarî nekiriye. Odeya Endezyarên Jeofizikê bi daxwaznameyan pirs ji Walî kirine û xwestine bibin xwedî agahî, lê Walîtiyê pirs bê bersîv hiştine û agahî veşartî hiştine. Piştî erdheja 1999'an Qadên Îskana Demborî li Stenbolê 470 heb bûn. Lê niha ev qad daketiye 77’an. Li şûna van qadan Akçelik, Torun Center, Anthill, Starcity Outlet Center, Avahiya Rojnameya Zaman, Agaoglu My City, Forum İstanbul, DAP Royal Center, Konutên Ewropa yên TOKÎ, Capacity AVM, Sîteya Parka Olimpia ya Çinarê, Selenium Plaza hatin avakirin. Rêyên ragihandina lezgîn kirine park. Li şûna parkan jî avahî vekirine. Li ser 622 hezar kilometre rêya ragihandina lezgîn 71 hezar û 640 kilometre ji aliyê ÎSPARK kirine park.