DERSIM - Bi mudaxilekirina gel û baranê şewata daristanên li Dersim û navçeyên wê ku zêdeyî 10 rojan e didome tefiya.
14 roj berê li 18 noqteyên cuda yên qadên daristanî yên Dersim û navçeyên wê şewat derketibû, lê ji ber ku mudaxilekirina şewatê dihat astengkirin her ku diçû şewat berbelav dibû. Hinek ji van şewatên ku bi rojan domandin bi xwe tefiyan, hinek jê jî bi mudaxilekirina welatiyan tefiyan.
Her wiha li bajêr baraneke dijwar jî bariya û baranê şewata heyî tefand.