Parêzerê qeyûm parastineke dûrî aqilan kir!

AMED - Parêzer Firat Bakiroglû ku ji aliyê qeyûmê Şaredariya Farqînê ve hat peywirdarkirin, li gel belge û delîlan jî di doza kesên ku ji kar hatine avêtin de, îdia kir ku ev kes bi tu awayî di şaredariyê de nexebitîne.

Qeymeqam Murat Kutuk dema di 8'ê Îlona 2016'an de wek qeyûm tayînî Şaredariya Farqîna Amedê bû, Firat Bakiroglû wek parêzerê şaredariyê peywirdar kir.

DI DADGEHAN DE QEYÛM PARAST

Piştî qeymeqam Murat Kutuk wek qeyûm hat tayînkirin, bêyî ku hincetekê nîşan bide destpêkê 25 kes ji kar derxistin. Piştî derxistina ji kar van kesan doz li şaredariyê vekir. Qeyûm ji bo di dozê de şaredariyê biparêze Parêzer Bakiroglu peywirdar kir. Bakiroglu di doza ku karker ji bo vegerin karê xwe û tazmînata kidemê vekirin de parêziyeke ecêbmayî kir.

Li gel belge û delîlan jî, Bakiroglu di dozê de derpêş kir ku ev kes di şaredariyê de nexebitîne û xwest doza wan bê redkirin. Di girtenameyên îfadeyan de bi awayekî aşkere hat dîtin ku Bakiroglu qet sulh nexwestiye. Qeyûm taşeron û kadroyî bi giştî 67 karker ji kar avêtibûn, lê belê Bakiroglu di dozê de ji bo ev karker venegerin ser karê xwe çi ji destê wî hat kir.

FIRAT BAKIROGLU KÎ YE?

Bakiroglu li ser gelheya Farqînê qeyd kiriye û wek endamekî Baroya Amedê parêzeriyê dike. Di navbera 2008-2009'an de li Farqînê Serokatiya Navçeyê ya Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kir û di hilbijartina herêmî ya 29'ê Adara 2009'an de ji DTP'ê bû namzetê serokatiya şaredariyê. Her wiha di navbera salên 2008-2009'an de parêzeriya DTP'ê jî kiriye.