MELETÎ – Hat diyarkirin ku cenazeyên bi armanca teshişkirinê li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê tên ragirtin, bi zanebûn ceyrana morgê qut dikin û cenazeyan terkî xerabûnê dikin.
Cenazayên endamên PKK û YPS’ê yên di demên cuda sw jiyana xwe ji dest dayîn, li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên girtin. Her roj cenazeyek din li 20 cenazeyên li Saziya Tipa Edlî tên girtin zêde dibin. Hat ragihandin ku li ser cenazeyên anîn Meletiyê şopên îşkenceyê hene û ji bo cenaze xirabtir bibin, bi zanebûnî ceyran tê qutkirin.
‘DOZGER JI BO TEŞHÎSÊ WÊNEYAN NÎŞAN DIDE’
Nûnerê MEYADER'a Meletiyê ku bi KHK'ê hat girtin, Yusuf Bulut diyar kir ku hin cenaze nayên teşhîs kirin û wiha axivî: “Êdî cenaze xirab dibin. Bi sedan malbat ji bo teşhîskirina cenazeyên xwe tên Meletiyê. Dozger ji bo malbat zarokên xwe teşhîs bikin, wêneyên li ser kompîturê nîşanî wan dide.”
‘DESTÛR NADIN JENERATOR BIXEBITE’
Bulut anî ziman ku malbat tên mexdûrkirin û wiha got: “Ev jî awayekî din ê îşkenceyê ye. Ji bêhnê mirov nikare xwe nêzî cenazeyan bike. Ji bo cenaze xirab bibin, bi zanebûn ceyranê dibirin. Gava ev ji erkdaran tê pirsin, agahiya destûr nadin jenerator bên xebitandin, didin.”
‘CENAZEYAN PARÇE DIKIN’
Bulut dest nîşan kir ku li hemberî xirabûna cenazeyan rayedar xwe li nedîtiyê datînin û wiha bilêv kir: “Ev pêkanînên dijmirovahiyî ne. Li ser hin cenazeyan şopên îşkenceyê hene û cenaze hatine parçe kirin. Ji ber vê yekê malbat nikarin cezayên xwe teşhîs bikin. Ji bo teşhîskirina cenazeyan, bi mehan malbat tên ewarekirin. Ev jî bi serê xwe işkenceyek e. Cenazeyên hatine teşhîskirin jî, bi mehane nadin malbatan.”
Bulut da zanîn ku ji ber alîkariya malbatan dike, bi êrîşan re rû bi rû dimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez peywira xwe ya mirovahiyî bi cih tînim. Ji bo cenaze neyên teşhîs kirin, serî li hemû rê û rêbazê didin. Beriya darbeya 15’ê Tîrmehê, ji me re gotin çend cenaze anîne morgê, lê piştî darbeyê tu agahî nehat dayîn.”