ÊLIH - Dêra Derpxanê ya li Heskîfê bi dînamîtan rûxandin, şopên Roma, sûryanî û kurdan a bi hezaran salan gihandibû rojameya îroyîn, îro tê talankirin. Berî 48 salan di serdema hikumeta Suleyman Demîrel de ev şikeft hatibûn valakirin, îro bi dînamîtan tar û mar dikin
Heskîf di krîterên Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO'yê de, ji 10'an xwediyê 9'an e û dîroka wê heta 12 hezar salan diçe. Di pêvajoya avakirina Bendava Ilisuyê de şikeftên wê bi dînamîtan tên rûxandin. Berî demekê tirba Zeynel Beg a xwedî dîrokek 550 salan, ji cihê wê hatibû barkirin, di rojên dawî de şikeftên dîrokî yên Heskîfê bi dînamîtan tên rûxandin.
DÊR Û GORISTAN TÊN RÛXANDIN
Qelaya wekî derbxane tê zanîn, bi dînamîtan hatibû rûxandin, ev cihê dîrokî şopên serdema Roma, sûriyanî û kurdan gîhandiye rojameya îro û xwedî kevneşopiyeke dîrokî ya bi hezaran salan e. Li qada qeleyê goristana aydê sûriyaniyan jî heye. Qeleya ku şikeftên wê du qat in, şopên Roma, sûriyanî û kurdan mirovan sermest dike û xwedî taybetmendiyek girîng e. Dîsa li herêma qeleyê şerabxaneya aydê sûriyaniyan jî heye û wekî çavkaniyeke dîrokî ye. Li gorî agahiyên ku welatiyên li derûdora şikeftan dijîn, şerabxane di lêkolînên par de derketiye holê û aydê sûriyaniyan e. Tê gotin ku ev şerabxane ji sala 1915'an vir ve nehatiye bikaranîn.
'ME BAWER NEKIR DÊ BI DÎNAMÎTAN BIRÛXÎNIN'
Welatiyên ku zarokatiya wan di şikeftên dîrokî de derbas bûye, aşkera kirin ku nedihat hişê wan dê şikeftan bi dînamîtan birûxînin, li hemberî vê hovîtiyê bi bertek in. Sabrî Oner zarokatiya wî di şikefta du qatî de derbas bûye, da zanîn ku berî 48 salan, di serdema hikumeta Suleyman Demîrel de ew ji şikeftan derxistine û di konutan de bi cihkirine û wiha axivî: "Me valakirina şikeftan wekî qendî dît, lê bi dînamîtan rûxandina şikeftan û mayîna Heskîfê ya di bin avê de nedihat hişê me."
ÎDIYA 'TESÎSÊN CIVAKÎ'
Li ser pirsa "Qele çima bi dînamîtan tê rûxandin?" jî welatiyên herêmê bersivên girîng didin. Li gorî xebatkarên ku di rûxandina qeleyê de cih digirin, piştî qele bê sererastkirin, dê setek bê avakirin û piştî herêm di binê avê de ma, dê bendera (lîman) keştiyan lê bê çêkirin. Li gorî îdiayên hin welatiyan jî piştî Bendava Ilisuyê bi dawî bû, dê li ser qeleyê tesîsên civakî bên avakirin.
'HESKÎF AXA HEMÛ NIJADAN E'
Îrfan Marangoz destnîşan kir ku Heskîf axa hemû gelan e û ev tişt got: "Li vir civakên wekî êzidî, kurd, sûryanî û tirk jiyan kirine. Heskîf axa hemû nijadan e. Ev der mal û dîroka me ye. Divê her kes xwedî li vê dîrokê derkeve, lê mixabin her kes tenê ji derve ve temaşe dike. Dîrok dîroka we ye, lê xwe ji rûxandina bi dînamîtan re bê deng dikin. Tu şûnwarekî dîrokî bi dînamît û kepçeyan naynin vê rewşê."