Li Reqqayê rewşa dawî: Tevahiya eniya başûr azad e

REQQA – Şervanên QSD’ê tevahiya başûrê Reqqayê û Çemê Firatê xistin bin kontrola xwe. Ji fermandarên QSD’ê Medenî Hesekê diyar kir ku ji sedî 60 zêdetir ê bajêr ketiye bin kontrola wan û dê di demek kin de tevahiya Reqqayê azad bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ji bo rizgarkirina Reqqayê operasyona bi navê “Cenga Mezin” dabû destpêkirin û ev pêngav di roja 73’emîn didome. Pêşketina şervanên QSD’ê li taxên Mansûra û Reşîd ên li eniyên rojhilat dewam dike. Şervanan bi rizgarkirina taxên Mehdî û El-Refqa re hejmara taxên rizgarkirî derxist 14’an. Şervanên xwedî bi biryar gav bi gav Reqqayê azad dikin. Şervanan di 10’ê tebaxê de eniyên rojava û rojhilat gihandibûn hev û beşek mezin a bajêr ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Her ku diçe rêyên reva DAIŞ li bajêr teng dibe û eniya başûr bi tevahî ket destê QSD’ê.

ÇEMÊ FIRATÊ DI DESTÊ QSD’Ê DE YE

Eniya başûr a ku bi tevahî ket bin kontrola QSD’ê êdî azad e. Şervanan tevahiya Çemê Firatê jî xist bin serweriya xwe. Pirên El Cedîd û Kişrin ên li eniya başûr jî hatin rizgarkirin. Şervanên QSD’ê yên ku li tevahiya eniya başûr çeperên xwe xurt kirine niha jî amadekariya operasyonên hin nokteyên din dikin.

CIHÊ PÎLOT LÊ ŞEWITANDIN JÎ AZAD E

Di kanûna 2014’an de li ser navê hêzên koalîsyonê pîlotê Urdunî Muaz Kasasbe yê ku erkdar bû balefira wî ketibû li taxa Nezlît Şehadê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû desteserkirin û pişt re jî hatibû şewitandin. Taxa ku polît lê hat qetilkirin jî DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

ENIYA BAŞÛR TEMAM E

Ji fermandarên QSD’ê yê li eniya başûr Medenî Hesekê derbarê operasyonê de ev agahî da: “Piştî şerê bi rojan em li eniya başûr gihîştin hev. Me eniya başûr bi tevahî ji DAIŞ’ê rizgar kir. Ev qad bi temamî ket bin kontrola hêzên me. Eniya başûr temam e. Çemê Firatê yê ku di vê eniyê de derbas dibe jî bi tevahî di bin kontrola me de ye.”

‘JI SEDÎ 60 ZÊDETIR BAJÊR DI DESTÊ ME DE YE’

Hesekê destnîşan kir ku hemû rêyên DAIŞ’ê yên revê girtine û wiha domand: “Ji sedî 60 zêdetir bajêr ketiye bin kontrola me. Operasyon bi moralek û kelecanek baş berdewam dike. Me gelek heremên başûr rojhilat û başûr rojavayê bajêr ji DAIŞ’ê sitendiye. Dê di demek kin de hemû tevahiya Reqqayê bê azadkirin.”

SIVÎLAN DERBASÎ QADÊN BI EWLE DIKIN

Hesekê anî ziman ku bi rizgarkirina taxên bajêr re bi sedan sivîlan jî ji destê DAIŞ’ê azad kirine û sivîlên birîndar ji destê DAIŞ’ê rizgar dikin li nexweşxaneyan derman dikin. Hesekê diyar kir ku şêniyên Reqqayê yên rizgar dikin li ser korîdaran derbasî heremên bi ewle dikin.

LI 3 ENIYA ŞER DIDOME

Hesekê bibîr xist ku li bajêr operasyon bi giranî li eniyên bakûr, rojhilat û rojava didome û li taxên Mansûra û Reşîd ên li eniya rojhilat şerê dijwar di navbera hêzên wan û DAIŞ’ê de diqewime. Hesekê got ku nîvê van her du taxan jî xistine bin kontrola xwe.

Nazim Daştan - dihaber