AMED - Welatiyên di dema darbeya 12'ê Îlonê de hatin girtin der barê sepandina "kincên yek rengî" de axivîn. Welatiyan dest nîşan kir ku dê îktîdar tu encamê ji vê sepandinê negir e.
Li ser feramana Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan amadekariyên ku li girtîgehan sepandina "kincên yek rengî" têxin dewrê tên kirin. Her wiha li gel van amadekariyan bertekên li hemberî vê sepandinê jî her diçe zêdetir dibin. Yek ji endamên Komelaya 78'an Talat Emre dest nîşan kir ku sepandina "kincên yek rengî" nayê qebûlkirin. Emre got ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê girtîgeh veguherîne kampên temerkuzê. Emre, bi bîr xist ku girtiyên siyasî bi salan li hemberî şert û mercên ku li wan tên ferzkirin li ber xwe didin û wiha got: "Felsefeya sereke ya Naziya Almanyayê ku li kampên temerkuzê disepand, niha li gor şert û mercên îroyîn li hev tê anîn."
Emre, diyar kir ku girtiyên ji Cemaeta Gulenî bahane dikin û dê vê pêkanîna "kincên yek rengî" li ser hemû girtiyan bisepînin û wiha axivî: "Niha dibêm qey ez di atmosfera salên 80'yî de me. Wek wê demê niha jî bi bahaneyên vikî vala mirov tên binçavkirin. Wek kesekî wê demê, di Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê de 33 rojan bênavber em hatin îşkencekirin. Me ev ferzkirin qebûl nekirin û em teslîm nebûn. Sepandina kincên yek rengî li me ferz kirin. Lê me bi berxwedana ku jê re tê gotin berxwedana Ocakê me bersiv da. Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd ketin, lê me serî netewand." Emre dest nîşan kir ku niha jî dixwazin heman tiştî bînin, lê ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin.
‘SEPANDINA KINCÊN YEKRENGÎ DERÎ MIROVAHIYÊ YE'
Endamê Komeleya 78'an Huseyin Bariş jî, anî ziman ku ev sepandina "kincên yek rengî" ne nû ye û ew niha bi rêbezeke antî demokratîk a dewletê re rû bir û ne. Bariş, dest nîşan kir ku di 12'ê Îlonê de ew bi muameleyên der mirovahiyî re rû bi rû man, lê belê li hemberî zext û zoriyan jî tim berxwedan hebû. Bariş wiha got: "Windahî çêbûn, lê belê teslîmiyet çênebû. Ji wê rojê ve dawî li wê sepandinê hat."
Bariş dest nîşan kir ku îktîdar bi vê sepandinê dixwaze hemû kesên cuda difikirin bin pê bike û wiha got: "Dixwazin mehkûman neçar bihêlin û biçûk bixînin. Îktîdara ku vê faşîzmê disepîne îdia dike ku ew li gor Qur'an û dîn tevdigere. Xwedê nabêje 'bibin yek'. Heke wisa bûna dê bi hezaran giyanewerên cuda, kulîlkên rengorengo, nijadên cuda neafirandana. Yekbûyîn xwemaliyeke Xwedê ye."
Bariş, diyar kir ku ev feraseta ku AKP dixwaze her kesî mehkûmî wê bike bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha domand: "Heke hûn 300 hezar mirovî têxin girtîgehan û hûn bêjin ez ê 'kincên yek rengî li wan bikim', dê encamên vê yekê giran bin. Dê kes vê tevgera derî mirovahiyê û rûmetê bin pê dike qebûl neke. Hêvîdar im dewlet dev ji vê sepandina bi terhê Guanatanamo ku hemû mirovahî jê nefret dike berde." Bariş got ku bi sepandinên bi vî rengî tu encam nayên wergirtin û wiha domand: "Bila li 12'ê Îlonê binihêrin, kesên wê demê ev sûc kirin mecbûr man uzra xwe ji civakê xwestin û hîn jî li ber çavên civakê sûcdar in."