AMED - Salek û 8 meh û 21 roj derbas bû, lê hêj jî ketina 6 taxên Sûrê qedexe ye. Heta niha ji 3 parên navçeyê yek jê hatiye rûxandin û avahiyên ku tên çêkirin jî şopên berdewamiya polîtîkayên yekparêz di xwe de dihebînin.
Li Sûra Amedê ji 28'ê Mijdara 2015'an ve ketina taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê didome ku ev jî teqabulî salek û 8 meh û 21rojan dike. Bi vê qedexeyê re 6 hezar û 300 parselên navçeyê hat îstîmlaqkirin. Tê texmînkirin ku heta niha ji 3 parên navçeyê yek jê hatiye rûxandin. Di daneyên rapora Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de tê diyarkirin ku 40 hezar mirov ji Sûrê koç kirine.
AVAHIYÊN YEK RENGÎ BAWERIYA YEK RENGÎ
Li Sûra ku yek ji bajarên qedîm û prîozwer e, gelek dêr, mizgeft, hemam û qonax hatin rûxandin. TOKÎ'yê fargmanên jinûveçêkirinê amade kirin, lê di vê fragmanê de cih neda cihên îbadetê yên baweriyên cuda. Ev jî nîşan dide ku avaniya Sûrê li gor baweriyeke yek rengî tê dîzaynkirin.
AVAHIYÊN BETONIYÎ TÊN ÇÊKIRIN
Hîn jî têketina gelek taxên ku rûxandina wan didome qedexe ye. Çend avahiyên ku li ser piyan mane jî, polîs û tîmên taybet ew veguherandine qereqolan. Li şûna avahiyên ku hatine rûxandin avahiyên betonî û tu elqeya wan bi mîmariya navçeyê re tune ye tên çêkirin. Ji ber ku avahiyên tên çêkirin li gor raçînga dîrokî ya Sûrê nayên çêkirin dibin cihê bertekan. Her wiha li gel her tiştî jî bi hezaran welatî li malê xwe dimînin.
TAX E YAN POLÎGON E?
Ji ber pevçûnên li navçeyê di gelek qadên jiyanê de westdariyek xwe daye der. Di warê çandî û aborî de gelek windahî çêbûne. Gelek esnafên li navçeyê ji neçarî derabeyên xwe danîne. Belkî kuçeyên Sûrê heta niha şahidiya bêdengiyeke wisa nekiribûn. Polîsên ku di dest wan de çek û di ber wan de bêtêla wan digerin, bi çekên di dest xwe de nîşana cismekî ku datînin ser dîwar digirin û berdidin. Polîsên li navçeyê kuçeyên taxan wek polîgonê bi kar tînin.