Foza Yûsif: Em dixwazin dewleta ku bûye bela serê gelan demokratîk bikin

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Bakur Foza Yûsif wiha got: "Em tu dewletan ava nakin. Em dixwazin netew-dewleta ku îflas kiriye û bûye bela serê gelên Sûriyeyê demokratîk bikin. Pergala federasyonê ne perçebûn e, berevajî vê yekîtiyeke ji dil û lihevhatin e."

Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Bakur Foza Yûsif der barê avaniya ku kurd pêşengiya wê dikin û dewletên wek Tirkiyeyê li hemberî wê derdikevin pirsên dihaber'ê bersivandin. Yûsif, anî ziman ku armanca wan ew e ku di nav yekpareyiya SÛriyeyê de jiyana wekhev, azad û bihevre ya hemû pêkahteyan rêxistin bikin. Yûsif, diyar kir ku ew ê di çarçoveya paradîgmaya netewa demokratîk de Sûriyeyê demokratîk bikin.

* Dema mirov behsa kantonên Rojavayê dikir Cizîr, Kobanî û Efrîn dihatin bîra mirov. Çendek berê der barê avaniya îdarî ya Sûriyeya Bakur de diyar kir ku 3 herêm û girêdayî her herêmekê 2 kanton hatin îlankirin. Herêm û kanton li gor çi hatin diyarkirin?

Rast e, berê awayê rêxistinkirina rêveberiyê li ser asasê kantonan bû. Wê demê gelek bajar nehatibûn rizgarkirin. Bajêrên mîna Gire Sipî, Hesekê û Şedade û deverên Şehbayê. Lewma jî bi sazûmankirina pergala fedrasyona Bakure Sûriyeyê me pêdivî dît ku em ji nû ve hereman li gor pêdiviyan vesaz bikin. Armanca me ji vê yekê ew e ku em rêvebiriyaxwcihî bi hêztir bikin. Her wiha di warê xizmetê de divê hemwelatî bi her awayî karibin hewcetiyên xwe bi hêsanî pêk bînin. Bi vê vesaziyê re em dixwazin pêşî li encamek ku dewleta merkezî rê lê vedike bigrin. Mîna ku her tişt ji navendê bê kirin. Em dixwazin civak di biryardanê de aktîf rol bilîzê. Lewma me giranî daye pergala rêvebiriya xwecihî .

*Ji bo çi ne Rojava lê Federasyona Demokratîk a Sûriyeya Bakur?

Pirojeya me xwe dispêre têgeha netewa demokratîk. Lewma jî divê navê wê jî hemû gelan û netewan himbêz bike. Ger ev proje tenê deverên kurdan bigirta nava xwe bêguman navê Rojava navê herî baş e, lê gelek deverên ku cihê pêkhateyên ereban digirin nava xwe, lewma an tê navê hemû deveran bêje an jî tê navekî hevbeş bi kar bîne. Bi giştî endamên meclîsa damezrîner birayar da ku nav bibe Bakurê Sûriye ji ber federasyon ne li ser netewekî tenê xwe dispêre gelek cih û gelek nasnameyan.

*Gelo herêmê ji bo vê yekê amade ye yan? Hêzên navnetewî û hêzên herêmî çawa li vê yekê dinihêrin; kesên li hemberî vê hene yan? Heke hebin ji bo çi li hemberî vê yekê ne?

Gelê heremê li hemberî pergaleke merkezî rabû û xwest ku guhertinê di vê pergalê de çêbike û li şûna pergala navendî û netew-dewletê dixwaze pergaleke ku vîna wî nas bike bê damezrandin. Lewma jî cihê herî ku bi ewle herema me ye, ji ber gel naxwazin şerê hev bikin, dixwazin bi hev re û wekhev di nava aramî û azadiyê de bijîn. Ev pergal pergala gelan e û lewma bêguman lê xwedî derdikevin. Bêguman dewletên derdora me gelek navendî ne û dijminê demokrasiyê ne lewma hemû pêşketinên demokratîk ji bo xwe tehdîd dibînin. Ji ber ew baş zanin wê ev ezmûn bandoreke mezin li ser wan jî bike.

Nezîkatiyên hêzên navnetewî heta niha tu hêz bi awayekî rasterast ne bi awayekî erenî ne jî neynî der barê projeya me de daxwiyanî nedaye. Her kes dişopîne û dixwaze fêm bike. Li gor nêrîna min di vê demê de em li benda helwestên vekirî bin em eê têkevin şaştiyê de. Ji ber ku ji bo helwesteke siyasî bê nîşandan der barê pirojeya me de dem dixwaze. Bi qasî ku em bi awayekî serkeftî pirojeya xwe pekbînin û israr bikin em ê ewqas hêzên navdewletî jî bandor bikin û bihêlin ku bi awayekî fermî jî qebûl bikin. Di ezmûna xweseriyê de jî ev yek baş derkete holê. Ji bo helwesta rejîmê, rejîm tu guhertin di helwestên xwe ên kevin de çênekiriye û werê difirkire ku dê Sûriyeyê vegerîne Sûriyeya berî 2011'an. Mirov kare bêje di xwendina rewşa siyasî û leşkerî de rejîm di nava xefleteke mezin de ye. Di vê zihniyetê de nikare berdewam be û ger firsetê bibîne wê bixwaze careke din bi heman şewazî hikum bike. Lewma rejim ne bi çareseriya demokratîk re ye.

*Ji bo çi ne xweserî an jî xweseriya demokratîk, lê federasyon?

Li gor nêrîna me fedrasyon rewşa herî bi hêz a xweseriya demokratîk e. Di fedrasyonê de herem hîn baştir karin vîna xwe bi rê ve bibin. Ji ber hem meclisên wê hene hem rêvebiriya wan heye. Yanî hîn bêtir demokratîk e, lê di rêvebiriya xweser de di vê astê de herem ne ewqas xwedan maf in.

Berê tim Rojava dihat gotin, lê niha bêtir Sûriyeya Bakur tê gotin. Rojava an jî kurd desteka vê vegotinê dikin an jî li hemberî vê bertek hene yan?

Di dema dest pêkê de hin nerazîbûn hebûn, lê niha her kes zane ku navê Bakurê Sûriyeyê nasnameya kurda ye telafûz nake, di pergala demokratîk de kurd karin hîn bêtir mafên xwe bigrin garantiyê.

Li herêmê û kantonan biryara hilbijartinê hat dayîn. Wisa dixuyê ku dê îsal di warê hilbijartinê de liv û tevgereke zêde li herêma we hebe. Ji bo çi hûn hilbijartinê çêdikin? Mebesta we ji hilbijartinê çî ye? Dê ji bo temamiya Sûriyeyê pevgirêdaneke wê ya çawa hebe?

Ev çar sal e rêvebiriya xweser li ser kar e. Gelek valatî hene û divê em xwe baş saz bikin. Ev jî ger bi hilbijartinê be wê hîn baştir be. Bila gel namzetê xwe hilbijêr e. Ev civakê xurt dike û pergalê jî xurt dike. Çi qas gel beşdar bibe di avakirin û biryardayînan de, dê ev pergal ewqas karibe xwe li hemberî hemû erîşan bipareze.

*Hûn di warê Sûriyeya Bakur de meclîseke damezrîner ava dikin? Mebesta we ji meclîsa damezrîner çî ye?

Ev Meclis ji bo ku rola damezrandinê bide ser xwe, bi lihevhatina nav pêkhateya hate avakirin. Piştî ku hilbijartin çêbû wê ev meclîs rola xwe bi dawî bike û dê kongreya gelan a ku bê hilbijartin kareê vê meclisê berdewam bike.

*Bi pergala ku hûn dixwazin li van herêmên ku we ew ji DAIŞ'ê rizgarkirin û kirin herêmên ewle pêk bînin, dixwazin wek modelekê berpêşî Sûriyeyê bikin?

Em dixwazin çareseriyeke ku pirsgirêkên bingehîn li tevahiya Sûriyeyê çareser bike pêş ve bixin. Pirsgirêka Sûriyeyê ya bingehîn pergala netew dewlet bû, lewma divê ev yek bê guhertin û pergaleke nû ava bibe. Ev pergala nû em di avakirina Sûriyeyeke federe de dibînin. Ji ber ku divê pirengiya civaka Sûriyeyê li be rçava bê girtin. Ger wiha nebe wê ev alozî her berdewam be. Em jî dixwazin di serî de li qadên rizgarkirî pêk bînin û rê li ber çareseriyê vekin. Lewma bêguman em bi vî rengî modeleke ji bo hemû Sûriyeyê pêşkeş dikin.

*Hûn herêmên ku hûn ê hilbijartinê li wan çêbikin, ji Sûriyeyê vediqetînin? Dê pêwendiyeke çawa ya van herêman bi Sûriyeyê û herêmên din re hebe?

Berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku projeya federasyona demokratîk di hundire Sûriyeyê de ye. Em çareseriyê di perçebûna Sûriyeyê de nabînin, perçebûn wê bihêle ku hemû herêm lawaz bibin û neçar bimînin ku bi hin dewletên heremî an wekî din ve bên giredan. Armanca me em pergaleke demokratîk di Sûrî de ava bikin û wekî kurd em mafên xwe di çarçoveya vê pergalê de mîsoger bikin. Di rewşa niha de têkilî di nav bera me û herêmên din de nîne. Ji ber ku li her herêmekê hêzek desthilatdar e û ji bo ku têkilî çêbibin pewîste muzakere çêbibin û makezagonek bê çekirin da ku têkiliyên di navbera herêman û navendê de vesaz bike.

*Rayedarên Tirkiyeyê tim dibêjin "Em ê destûrê nedin ku li ber serê me dewleteke nû bê avakirin." Ma hûn dewleteke nû ava dikin yanî hûn Sûriyeyê perçe dikin?

Em tu dewletan ava nakin. Em dixwazin netew-dewleta ku îflas kiriye û bûye bela serê gelên Sûriyeyê demokratîk bikin. Pergala federasyonê ne perçebûn e, berevajî vê yekîtiyeke ji dil e, lihevhatin e. Pergalên herî xurt di cîhane de pergalên federalî ne. Lewma em dibînin ku wê projeya Sûriyeyê perçe neke, berevajî wê ew projeyên ku xwe dispêrin nîjadperestiyê û mezhebpersetîyê wê sûriyeyê perçe bikin

* Bi oeprasyona Reqqayê re tê gotin ku "Li Sûriyeyê şer ber bi dawîbûnê ve diçe" û bi vê re hîn bêtir pêşeroja Sûriyeyê tê axaftin. Hûn Sûriyeyeke çawa difikirin? Yanî bi ya we divê pêşeroja Sûriyeyê çawa be?

Divê ku hemû hêzên Sûriyeyê ders ji dema derbasbûyî derxin. Gelen Sûriyeyê ji bo jiyaneke azad bi milyona bedêl dan, lewma divê em pergaleke ku Sûriyeyê ji aloziyê rizgar bike ava bikin. Ev pergal jî divê hemû kesî bigire nava xwe. Lewma em dibêjin Sûriyeke federal û demokratik kare bibe bersiva vî tiştî. Divê Sûriye bibe welatê hemû kesên Sûriyeyê, ne ku bibe milkê netewekê, olekê an jî mezhebekê.

*Ji bo Sûriyeyê tişta herî zêde tê xeberdan ev e ku; gelo DYA û Rûsya pêşerojeke çawa derpêş dikin. Gelo dê hevsengiyên DYA û Rûsyayê pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin? Her wiha hin kes ji bo tevgera we jî dibêje alîgirên DYA'yê ne, hin kes dibêjin alîgirên Rûsyayê ne, hin kes dibêjin ne ji van hêzan be nikarin tu tiştî jî bikin. Hûn alîgirê kê ne, pergala we çawa li ser piyan disekine?

Me ji destpêkê de gotiye em terefdarê gelên xwe ne, em siyasetê dikin û wekî her kesî mafê me jî heye ku em lihevhatinan çêbikin. Têkiliyên me bi herdu hêzan re jî hene. Ji ber her du hez jî li Sûriyeyê şer dikin û bi bandor in. Lê têkiliyên me bi pirensîb in û li gor berjewendiyên gelê me ye. Em hêza xwe ji civaka xwe digrin û em bi hêza civaka xwe li ser linga ne û bi ser dikevin. Ev jî dihêle ku em bibin hêzeke siyasî û leşkerî ku ev hêzên mezin jî bi me re têkilî çêbikin. Li gor nêrîna me rola van her du dewleta girîng e, lê ne her tişt e. Em wisa difikirin ku dê ev faktor hemû di pêşeroja Sûriyeyê de xwedî rol bin.

*Li Sûriyeyê kevn ya ku li "para" kurdên bê nasname dike çî ye, dê kurd di vê pergala we de di kîjan astê de bin? Bi kurt û krumancî dê pêşeroja kurdan pêşerojeke çi be?

Kurdên ku bê nasname ne di hundirê pergala federasyonê de dibin xwedan nasname û dibin xwediyê maf, di hemû mijaran de wek hemwelatiyen din. Kurd damezrînerên vê pergalê ne. Lewma di vê pergalê de di hemû waran de xwedan maf in. Mafê xwerêvebirinê, bi zimanê xwe xwendin, dê wekî hemwelatiyên din xwedan nasname bin. Yanî wekî pêkhateyeke sereke dibe xwedan hemû mafên demokratîk.

*Hem li Sûriyeyê hem jî li Sûriyeya Bakur gelek gel, civat, bawerî û kom hene. Hûn ê van cudahiyan hemûyan çawa bînin gel heve. Ma pergala we vana hemûyan di xwe de dihebşne?

Pergala me hemû gelan û baweriyan digire nava xwe. Kes dervyî wê û bê maf namîne. Di hevpeymana civakî de mafên hemû pêkhateyên civakî û etnîkî hatine mîsogerkirin. Ji ber ji % 40 ji endamên meclisên federaliyê wê ji nûnerên pêkhatan çêbibe, lewma tu pêkhate derveyî meclîsam namîne.

*Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di şerê li hemberî DAIŞ'ê de gelek dever rizgar kirin û van deran dewrî meclîsên bajêr û herêman kirin. Di vê pergala nû de cihê vêhêza leşkerî çî ye? Dê bibe artêşa Federastina Demokratîk a Sûriyeya Bakur?

Ji ber ku ev hêz heza parastina hemû Sûriyeyê ye, lewma di peymannameya meya civakî de ev hêza parastina Fedrasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye jî û me jî wisa pênase kiriye.

Erdogan Altan-dihaber